HBDH’ê li Edeneyê li wesayîtên zirxî xist
HBDH’ê ragihand ku ji bo ku piştgiriyê bide greva biçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, li Edeneyê li dijî hêzên mîlîtarîs ên Tirk çalakiya bombeyî lidar xist.
HBDH’ê ragihand ku ji bo ku piştgiriyê bide greva biçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, li Edeneyê li dijî hêzên mîlîtarîs ên Tirk çalakiya bombeyî lidar xist.
Milîsên Evîn Goyî yên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ragihand ku ji bo ku piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehan hate destpêkirin, li navçeya Yuregir a Edeneyê çalakî lidar xistin.
Di daxuyaniya HBDH’ê de wiha hate gotin: “21’ê Kanûna 2023’an şeva Pêncşemê di derdora saet 24’an de, milîsên me li taxa Kozayê derbe li dijminê ku guhertina dewriyeyê dikir, xist. Me bi bombe û molotofan êrîşî wesayîtên zirxî kir. Wezayîta zirxî ya bi tîpa Ûral zirar dît.”