Girtiyê bi navê Hakan Soytemîz ê ku weke “bersucê” Doza Devrîmcî Karageh (Biryargeha Şoreşger) hatibû girtin û di girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê ya bi Hejmara 1 de ye, bû yek ji 1’emîn Doza KCK’ê.
Soytemîz beriya niha ji doza TDP’ê hikûm xwariye, piştre jî bû “bersucê” Doza Devrîmcî Karageh û piştî wê jî bû bersucê Doza KCK’ê. Tişta ku wî kir bersucê doza KCK’ê jî di girtîgehê de bi Nîhat Ograş re hevdîtin pêk aniye.
Nameya siyasetmedarê Kurd ê ji doza KCK’ê hatiye girtin Nîhat Ograş di 13’ê adara 2012 de ji Soytemîz re şand de “delîla” herî mezin e!
Ograş di nameyê de behsa pêşketin û bûyerên siyasî dike. Hin ji nirxandinên di nameyê de cih girtine wiha ne:
“Plansaziya Newrozê hatiye amadekirin. Tiştek taybet tune ye.
Di konferansa neteweyî de tengasiyek tune ye. Dixwazin di hezîranê de pêk bînin.
Careke din AKP’ê hişyar kirine. Dema we di Newrozê de tije dibe.
Sererastkirina qanûnê ya ji bo Îmraliyê taloq kirine. Ez qala qanûna tecrîdê dike qanûnî dikim. Ji rojevê derxistine.
AKP’ê bal kişandiye ku operasyonên MÎT’ê di dema gotûbêjkirina hevdîtinên bi Îmraliyê re pêk hatine.”
Li gorî dozgerê Tirk, parêzera Ograş Hevseroka KCD’ê û Parlementera Wanê Aysel Tûglûk agahî ji rêxistinê wergirtiye, hatiye serdana girtîgehê, ji Ograş re gotiye û Ograş jî bi rêya nameyan van agahî û fermanan ji Soytemîz re şandiye!
DOZGER DIKARE ZÎHNÊ MIROVAN JÎ BIXWÎNE!
Ograş di destpêka nameya xwe de dibêje; “Em li benda biharê bûn, lê zivistan hat, ez nefretê ji vê demsalê dikim”. Dozger van gotinên Ograş bi vî awayî şîrove kir; “Biryara pevçûnek ku mirina 3 hezaran gerîlayan dane ber çavên xwe dane, dê di mehên nîsan û gulanêd e yek du textîkên şer gel ê şoreşgerî biceribînin…”
Ji ber nirxandian pêşketinên siyasî, dozger Ograş bi “rêvebertî û berpirsê payebilind ê PKK/KCK” bi nav kir û Soytemîz jî bû “endamê rêxistinê” û doz lê hat vekirin.
Dozgerê raye taybet Adnan Çîmen doza li Ograş hat vekirin bi ya 1’emîn Doza KCK’ê ya li Stenolê ve kir yek û Hakan Soytemîz jî xist nava heman dozê.