Hat îdîakirin ku çawîşekî pispor li Mêrdînê xwe kuştiye
Hat îdîakirin ku çawîşê pispor Alî Yalçinkaya yê li Qereqola Çelebî ya navçeya Kerboranê wezîfedar xwe întîhar kiriye.
Hat îdîakirin ku çawîşê pispor Alî Yalçinkaya yê li Qereqola Çelebî ya navçeya Kerboranê wezîfedar xwe întîhar kiriye.
Hat îdîakirin ku çawîşê pispor Alî Yalçinkaya yê li Qereqola Çelebî ya gundê Germaw a navçeya Kerboranê xwe întîhar kiriye. Hat diyarkirin ku Yalçinkaya duh bi şev bi tebenceya ligel xwe xwe întîhar kiriye. Yalçinkaya yê ku hat ragihandin li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiya li Saziya Tiba Edlî ya Amedê ji bo defnkirinê şandin bajarê wî Kirikkale.