Serokê HAS Partiyê Nûman Kûrtûlmûş bi Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan re hevdîtin pêkanî û ragihand ku, ji Erdogan vexwendina ‘yekbûna’ di navbera AKP’ê-Has Partiyê hatiye. Bi vî awayî tevlîbûna Has Partiyê ya li gel AKP’ê pişt rast kir.
Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan û Serokê Giştî yê HAS Partiyê Nûman Kûrtûlmûş li Enqereyê hatin gel hev. Piştî hevdîtina li Avahiya Fermî ya Serokwezîrtiyê ku 1 demjimêr û 15 deqîqeyan dom kir, Kûrtûlmûş daxuyanî da endamên çapemeniyê.
Serokê HAS Partiyê Kûrtûlmûş got, “Me îro teklîf û daxwaza yekbûna HAS Partiyê ya li gel AKP’ê ji Birêz Serokwezîr girt.” Kûrtûlmûş aşkera kir ku, ew dê daxwaza yekbûnê dê bibin lijneya rêveber ya navenda her du partiyan.
Bi daxuyaniya Kûrtûlmûş zelal bû ku dê HAS Partî tevlî AKP’ê bibe, hinek endamên Has Partiyê yên li dijî vê rewşê derdikevin, li bendê ye ku di bin navek din de tevger bikin.