Endamên Însiyatîfa Daxwaza ya Edeletê heye der barê kuştina Hrant Dînk de bi Abdullah Gul re hevdîtin pêk anî û diyar kirin ku ew dê encama bê edaletiya doza Dînk nekarin qebûl bikin. Li gorî encama rapora DDK ya serokomartiyê ya 6 meh berê hatibû amadekirin de, Gul diyar dike ku Hrant Dînk aşkera hatiye kuştin û wiha got: “Raporên DDK’ê ne raporên mayînde ne. Aliyên têkildar dê tiştên pêwîst pêk bîne.
Însiyatîfa Daxwaza me ya Edaletê heye der barê kuştina Hrant Dînk û pêvajoya Dozê de bi serokomar Abdullah Gul re li Koçkê hevdîtinek pêk anî. Hevdîtinê nêzî saetekê berdewam kir û der barê doza Dînk de nirxandin hatin kirin.
Gul di hevdîtinê de diyar kir ku Hrant Dînk li berçavan hate kuştin û got ji ber vê rewşê gelek xemgîn bûye. Gul da zanîn ku raporên ku serokomartiyê amade kirine ne raporên mayînde yên refane û wiha got: “Aliyên têkildar dê tiştên pêwist bike. Em soza şopandina raporê didin.”
Berdevkê însiyatîfê Omer Faruk Gergerlîoglu jî da zanîn ku 5 sal di ser qetilkirinê re derbas bûye û got vê kuştinê darbeyeke mezin li demokrasiya Tikriyeyê xistiye. Gergerlîgolu da zanîn piştî kuştinê bertekên mercsiyên siyasî û encama raporên edlî ew gelek xemgîn kirine.