Greva birçîbûnê ya li Beşîkduzuyê didome: Girtî dixwazin heyet were

Zextên li dijî girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Beşîkduzuyê yên di greva birçûbûnê de ne, dewam dike. Girtiyan xwest ku heyetek were girtîgehê.

Li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê îro jî komeke nû li dijî binpêkirinên mafan kir dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 5 rojan a dorveger kirin. 14 girtî di greva birçîbûnê de ne. Ahmet Oncu çû serdana kurê xwe Şahîn Oncu yê di girtîgehê de ye. Şahîn Oncu bi rêya bavê xwe behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kir.

Bavê Oncu, diyar kir ku li girtîgehê pêkanînên 12’ê Îlonê hene û got, “Mîna serdema Esat Oktay di bin zextan de tên girtin. Tiştê ku ji girtiyan re tên şandin, nadin girtiyan. Pirtûk, radyo, rojnameyan nadin. Çalakiyên civakî tune ye. Lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin. Ji ber vê jî di greva birçîbûnê de ne." Oncu anî ziman ku ew dixwazin zextên li ser girtiyan bi dawî bibe û daxwazên wan bên bicihanîn û wiha dewam kir: “Tiştên ku em dikirin nadin wan. Me xwest ku em bi rêveberek re biaxivin. Lê gardiyan bersiva, 'Ez dozger im û midûr im. Her tişt ez im’ da me.”

Bavê Oncu da zanîn ku parêzvanên mafên mirovan û parêzeran banga lêpirsîna li girtîgehê kirine û got, "Eger HDP û CHP'ê jî heyetekê ava bikin û biçin girtîgehê, dê fêm bikin ka çi diqewime. Girtiyan anîn ziman ku eger lêpirsîn bê kirin binpêkirinên mafan dikarin bên tespîtkirin.”