Gotin 'Hackerên PKK’ê ne' du sal in girtî ne
Gotin 'Hackerên PKK’ê ne' du sal in girtî ne
Gotin 'Hackerên PKK’ê ne' du sal in girtî ne
Daraza Tirk ji ber bêhuqûqî û nêzîkatiyên xwe yên keyfî her tim di rojevê de ye. Beriya du salan komek ciwanên Kurd bi îdîaya “hackerên PKK’ê ne” hatin girtin, heta niha tu biryarek der barê wan de nehatiye dayîn. Her çendî dozgerê Tirk dibêje ku wî tu tiştek ji dosyaya hackeran fêm nekiriye, ji ciwanan re heta 40 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Ciwanên girtî dernakevin rûniştinên dozan û gelek ji wan bê parêzer in.
Di 10’ê adara 2010 de, di encama operasyona hemwext a li Amedê pêk hat de 5 jê zarok, 23 ciwanên Kurd bi îdîaya “hackerên PKK’ê ne” hatin binçavkirin û ji vana 13 kes hatin grtin. Di îdîanameya ji aliyê dozgeriya Amedê ve hat amdekirin de tê diyarkirin ku van ciwanan 5 hezar û 800 mail û hesabên Facebookê yên burokrat, leşker, rêveberên MHP’yî û BBP’yiyan (Partiya Yekitiya Mezin) bi dest xistine.
Her wiha, dozgerê rejîma Tirk di îdîanameya ji 324 rûpelan de tê gotin ku ciwanan ji bo xistina wesayîtên bê mirov ên hewayî (balefirên keşfê) Heronan xebitîne. Di îdîanameyê de tê gotin; “Hatiye piştrastkirin ku van ciwanan ragihandine ku wana bi hezaran malprên sazîyan têk birine û dane diyarkirin ku dê têkoşîna wan bidome, ciwanên ku di vê çarçoveyê de hatine binçavkirin, çalakiyên ku kirine înkar nekirine.”
Di rûniştina dozê ya 1’ê berfanbara 2010 de pêk hat de bersucan daxwaza parastina bi Kurdî kirin. 12 jê girtî 15 bersuc û parêzerên wan beşdarî rûniştina dozê ya li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bûn.
Erdal Tutmaz, Lutfî Kotan, Mehmet Emîn Kan, Bekir Akay, Cenk Tabak, Mahmut Belek, Remzî Baytar, Îsmaîl Ondeş, Mehmet Alî Kizil, Bariş Coşkun, Enis Kibici û Cîhat Ozgen girtî, Cuma Topal, Fehmî Çinar, Omer Gulcu, Tulay Laçîn, A.P, Cîhan Akdemir, Dêrsim Coşkun, L.S.B jî bi awayeke serbest beşdarî rûniştinê bûn. Dadgeha Tirk weke her carê daxwaza parastina bi Kurdî ya ciwanên Kurd red kiribû.
DOZGER NIZANE ÇI DIDARIZÎNE
Ji ciwanên bi hincetên “bi navê rêxistinê suc kirine”, “propagandaya rêxistinê kirine” û “daneyên sîstema înformatîk têk birine, gihiştina wê asteng kirine, daneyên nû di sîstemê de bi cih kirien” heta 40 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.
Yek ji wanên ku ji vê dozê tên darizandin û nexwest navê xwe aşkere bike got; “Dema me birin pêşberê dozgeriyê, berteka dozger jî cûda bû. Ji bo mijara înformatîk got ku ew ji van tiştan fêm nake û ev yekem car e ku van tiştan dibihîse.”
Ciwanê Kurd destnîşan kir ku di rûniştina duwemîn de jî tu tiştek nebûye û got; “Hîna jî fêm nekirine. Lê dîa jî dozger cezayeke wiha xwestiye. Ev îdîaname çawa û li gorî çi amade kirine?”
Niha, bersucên ku girtî ne, beşdarî rûniştinên dozê nabin. Ji ciwanên Kurd re 40 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Ciwanê Kurd got; “Parêzerê piraniya me tune. Ev 8 rûniştin in tên taloqkirin. Du sal tije bûn, heta niha tu encamek tune. Her çendî tu delîlek tune ye, dibêjin hackerên PKK’ê ne û 40 sal cezayê girtîgehê dixwazin.
HUQÛQ TU CARÎ EVQAS VENEGUHERIYE BÊHUQÛQIYÊ
Bêhuqûqiya rejîma AKP’ê û daraza Tirk tu carî negihiştibû astekek wiha. Rejîma AKP’ê û daraza wê bi hincetên pûç û vala yên weke daxwaza perwerdehiya bê pere, hêk, pirtûk, pûşî, dirûşim, lîmon û kevir nîşan dide û mirovan bi salan di girtîgehan de dihêle. Ev girtinên di bin navê “têkoşîna li dijî terorê” de êdî hed û hesabê xwe derbas kirine. Bi hezaran kes ji ber nêrîn û ramanên xwe, ji ber kiryarên xwe yên demokratîk hatine girtin û bi salan e di girtîgehan dene. Kujerên bi navê rejîmê mirovan dikuje, sebest tên berdan, polîsên kujer, kesên gendeliyê dikin, kesên sucê şer dikin bê ceza dimînin.
Ne tenê azaiya raman û nêrînê di hedefa rejîma AKP’ê de ye. AKP di heman demê de cîhana ferazî (sanal) jî ji xwe re kiriye hedef, ji ber parvekirinên li ser tora civakî ya Facebookê gelek kes bi cezayên giran tên darizandin û gelek ji wan hatine girtin.