Gomes: Eger muzakere nebin wek gelê Kurd wê Tirk jî êşê bikşînin!

Koordînatora Têkîliyên Derve ya Koma Sosyalîst û Demokratan a PE Gomes, got berxwedana jina Kurd îlhamê dide jinên cîhanê.

Koordînatora Têkîliyên Derve ya Koma Sosyalîst û Demokratan a PE Gomes, got berxwedana jina Kurd îlhamê dide jinên cîhanê. Gomes li hember bazara penaberan nerazîbûn nîşan da, got “Erdogan bi her kesî re dilîze’, ji bo YE pirsgirêkê çareser bike reçete pêşkêş kir. Gomes got rejîma Erdogan bi êrîşkirina gelê Kurd îmhayi dike hedef, destnîşan kir ku çareseriya mijara Kurd tenê bi rêyên aştîxwaz dikarên bên çareserkirin. Gomes got destketiyên li Rojava xwedî girîngiyek mezin in, eger komên terorîst belav bibin ev wê ji bo Ewropa jî tehdîdek mezin çêbike.

Koordînatora Têkîliyên Derve ya Koma Sosyalîst û Demokratan a Parlamentoya Ewropayê (PE) Ana Gomes ji televîzyona Med Nûçeyê pirsên Huseyîn Elmali di bernameya ‘Avrûpadan’ de bersivand.

‘TÊKOŞÎNA JINA KURD ÎLHAMÊ DIDE ME’

Gomes axaftina xwe bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi îfadekirina berxwedana jinê Kurd destpê kir, wiha got: “Ez azmê têkoşîna bi heybet a mînak a jina Kurd silav dikim. Lewma têkoşîn û azmê berxwedana jina Kurd, em jî di nav de ji bo tevahî jinên cihanê mînak e. Ji bo Ewropayiyan jî ev têkoşîn bi wate ye. “ Gomes got jina Kurd têkoşînek layiqî 8’ê Adarê dide û ew ji vê îlhamê digirin.

BAZARA PENABERAN: ERDOGAN BI HER KESÎ RE DILÎZE!

Gomes têkîldarî bazara penaberan a di navbera dewleta Tirk û Ewropayê de wiha got:

“Erdogan pir xeter dilîze. Hem li Tirkiyeyê li dijî Kurdan pir bi xeter dilîze, hem li hember Kurdên li Sûriyeyê her wisa. Ev lîstikê ne tenê li dijî Kurdan dîlîze. Beriya her tiştî ev lîstik li hember Tirkan tê lîstin û lîstikek pir bi xeter e! Jixwe ev polîtîkaya Erdogan niha Tirkiye esîr girtiye.” Gomes got Erdogan li hember Yekîtiya Ewropayê polîtîkaya şantajê bikar tîne.

 ‘KURD RASTÎ PÊKANÎNÊN ÎMHAYÊ YÊN ERDOGAN TÊN’

Gomes bal kişand ser êrîşên AKP û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên li ser Kurdan, got: “Tu dibêjî qey li ser gelê Kurd ti êrîş pêk nayên, tu dibêjî qey Tirk û Kurd bi hev re êşê nakşînin, YE helwestek bê xem nîşan dide.”

 ‘EGER TEDBÎRÊN ÊRÎŞÊN LI SER ROJAVA NEYÊN GIRTIN, TERORÎST WÊ BERÊ XWE BIDIN EWROPA’

Gomes li hember êrîşên li ser Rojava jî nerazîbûn nîşan da û bal kişand ku ev Ewropa jî tehdît dike, got: “Bifikirin ku Rojava ket destên komên terorîst.. Dema wisa bibe wê çi bibe? Ew ê tenê li wir, li Sûriyeyê bimînin? Na ji bo êrîşî Ewropayê bikin çi ji destên wan tê wê texsîr nekin” û got dostê wan ê rast Rojava ye, mirovên li wir in.

DIVÊ YE ÇI BIKE?

Gomes di mijara Rojava de wezîfeya dikeve ser YE wiha anî ziman:

“Yekemîn divê YE di mijara penaberan de divê li gor pîvanên xwe tevbigere. Penbarên tên wê bi awayekî rast li nav xwe parve bikin. Jixwe ev mijara Ewropa tevahî ye.Li hember şebekeyên qaçaxçiyan wek tedbîr dikare hin mekanîzmayên demkî bixe meriyetê.  Lê, esas tedbîrên mayinde pêwîst in.” 

Gomes got di mijara penaberan de divê bi awayek koordîne YE li hember rejîmên wek Tirkiye du alî dilîze rawest e.

 ‘KURD NEYÊN SER MASEYÊ PÊŞKETIN ÇÊNABE’

Gomes ji bo hevdîtinên Cenevreyê jî wiha got: “Divê her kesên ku têkîldar li ser masê cih bigire. Di vir de Kurd divê bikevin nav hesaban, hem jî mezin heq dikin. Heta niha Kurd dawetî maseyê nekiribin ev pirsgirêka esasî ye jixwe. Çi ye, hesasiyetên Erdogan li ber çavan tên girtin! Bi hevdîtinên wisa re ti pêşketin çênabin. Nebesî, xeletî çêdibin. Lê, divê êdî em ji nebesiyan dersê derxin. Welhasin divê yê destpêkê li masê be Kurd in.”

AP Sosyalistler ve Demokratlar Grubu Dışilişkiler Koordinatörü Ana Gomes, Kürt Halk Önderi Abdullah Öcalan ile kurulan 'çözüm masası'nı Erdoğan'ın devirdiğini söyleyerek, son olarak şunları kaydetti:

‘MIJARA KURD BI RÊYÊN AŞTÎXWAZ NEYÊ ÇARESERKIRIN WÊ ÎSTÎQRAR NEYÊ’

Gomes bal kişand ser rapora Raportora Tirkiye ya PE Katî Pîrî ku dibêje dewletê mijara Kurd aniye asteke ‘xeter’, got mijara Kurd bi rêyên aştîxwaz neyê çareserkirin wê îstîqrar neyê.