Girtiyên siyasî: Heta ku Birêz Ocalan azad nebe her cûre çalakî rewa ye

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê gotin, "Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe, em her cûre çalakiyan rewa dibînin."

Greva birçîbûnê ya doveger a girtiyên siyasî ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Mijdarê de destpê kir, dewam dike. Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya bi Hejmara 2'emîn a Kiriklar a Bûcayê bi rêya parêzerên xwe peyamek şandin.

BANGA MEZINKIRINA ÇALAKIYAN LI GEL HATE KIRIN

Peyama girtiyan bi vî rengî ye:

"Beriya her tiştî weke girtiyên azad em hemû welatparêz, aştîxwaz, demokrat û parêzvanên mafên mirovan ji dil silav dikin. Weke 32 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha bi Hejmara 2'emîn a Kiriklar a Bûcayê, bi coş û moraleke mezin em tevlî kampanya 'Azadî ji Birêz Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bûn. Bi biryardariyeke mezin em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dewam dikin. Dost û dijmin zanin ku Birêz Ocalan ji bo me di ser her tiştî re ye. Li Tirkiye û Rojhilata Navîn garantiya aştî, azadî û demokrasiyê Birêz Ocalan e. Her kes baş zane ku Birêz Ocalan muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd e.

Ji bo azadî û hebûna Birêz Ocalan em amade ne ku her cûre çalakiyan bikin, bi her awayî berpirsyariyê bi cih bînin. Vê gavê hefteyê du hevalên me bi dorveger tevlî greva birçîbûnê dibin. Em ji rayedarên dewletê û hevkarên wan ên li cîhanê re dibêjin; heta ku Birêz Ocalan azad nebe her cûre çalakî ji bo me rewa ye. Û em amade ne bi yer awayî fedakariyê bikin. Em zanin ku dilê malbatên me û gelê me bi me re ye û ji dil û can piştgiriyê didin çalakiya me. Her wiha em careke din bang li gelê xwe dikin; piştgiriya xwe ya ji bo me hîn mezin bikin, bi çalakiyên cihêreng azadiya Birêz Ocalan û Kurdistanê hîn nêz bikin."