Girtiyên li Rihayê: Gilînameyên me têne îmhakirin

Girtiyan bal kişandin ser binpêkirina mafên mirovan ên li Rihayê û diyar kirin ku gilînameyên wan têne îmhakirin.

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a hejmar 1 a Rihayê têkildarî binpêkirinên li girtîgehê ji ajansa me re nameyek şandin. Girtiyan bal kişandin binpêkirinên di rojên dawî de û diyar kirin ku gilînameyên wan tên îmhakirin û ji meqamên peywirdar re nayên şandin. Binpêkirinên ku girtiyan ragihandin wiha ne:

“* Daxwaza me ya çûna odeya xizmên xwe û hevalên xwe yên ji heman sedemê hatin girtin, tê redkirin.

* Gilînameyên me ji girtîgehê dernakevin. Tên îmhakirin.

* Di dema sewqkirina nexweşxaneyê de sepanên keyfî tên ferzkirin. Dema em qebûl nekin jî nabin nexweşxaneyê. Ser re jî lêpirsînê didin destpêkirin.

* Amûrên me yên tiraşê nadin me. Nahêlin em biçin berber û tiraş bibin.

* Amûrên ku li kantînê tên firotin bi hinceta ‘ev qedexe ne’ tên desteserkirin.

* Ji ber hewayê germ em dixwazin klîmayan bikirin lê li kantînê nayên firotin. 

* Hinek hevalên me cezayên wan xelas dibin lê bi hincetên vala nayên berdan. Bi awayekî keyfî înfazên wan dişewitînin.

* Cil û bergên ku malbatên me di dema hevdîtinan de tînin an jî yên bi kargoyê tên şandin, nadin me.

* Ev sepan jî bi destê dozgeriyê girtîgehê tên kirin. Dema em li cem wî gilî dikin an jî gilînameyan didin wî, naşîne.”

Girtiyan bang li rêxistinên hiqûqê û hemû derdorên demokrat kirin ku bikevin nava liv û tevgerê û piştevaniyê bidin.