Girtiyên ku cezayên wan diqedin, nayên berdan
Cezayê girtiyên şoreşger ên welatparêz, lê bi hincetên cur bi cur nayên berdan. Herî kêm, cezayê 217 girtiyên siyasî qediyaye, lê nayên berdan.
Cezayê girtiyên şoreşger ên welatparêz, lê bi hincetên cur bi cur nayên berdan. Herî kêm, cezayê 217 girtiyên siyasî qediyaye, lê nayên berdan.
Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, girtîgeh, bi taybetî ji bo girtiyên şoreşger ên welatparêz bûne navendên êşkencekirinê. Tecrîd li hemû girtîgehan tê pêkanîn, mafên girtiyan bi kêfî tên qedexekirin, êşkenceya gardiyan û leşkeran li girtiyan, roj bi roj zêde dibe.
Êşkence li girtiyan tê kirin, mafê wan tê xespkirin, salên dawîn cezayên girtiyan diqedin lê girtî nayên berdan. Bernedana girtiyan, wek navgîneke zextlêkirinê tê bikaranîn. Pênaseyeke wiha ji bo bernedana girtiyên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan di mewzuatê de hatiye kirin: “Gava berdana bi şert û pêvajoya venihêrînê, girtî sûcekê bi qestî ku jê re cezayê girtîgehê bivê, bike wê neyê berdan. Sûcê duduyan di dema venihêrînê de bê kirin, bes e. Nexwe, di dema venihêrînê de ji vî sûcê duduyan ceza tê dayîn û li esehbûnê nayê nihêrtin.” Lê di mewzuatê de ji ber ku sûc çi ye, çi sûc hesab dibin, nehatiye diyarkirin, ji ber ku di bin berpirsyariya rêveberiya girtîgehê de ye, girtî bi awayekê kêfî tên cezakirin.
Cezayê girtiyan ku diqede biryara bernedanê tê dayîn, pêkanînek e ku rêveberiyên girtîgehan ji bo cezakirina her gavekê girtiyan wek hincet tê bikaranîn.
BI DESTEYÊN ÇAVDÊRIYÊ YÊN RÊVEBERIYAN DEST BI NEBERDANA GIRTIYAN HAT KIRIN
Desteyên Çavdêriyê yên Rêveberiyan ku meha Çileya sala 2020’an ketin meriyetê, berê ji aliyê desthilatê ve bi propagandaya ‘siûda berdanê ya beriya qewila xwe zêde dibe’ hatibû nasandin. Lê deste, ne ji bo ku girtiyên siyasî zû bên berdan, ji bo dereng bên berdan tên bikaranîn. Piştî birêveçûna desteyan, hem berdana bi şert hem jî derbasbûna girtîgehên vekirî, hat zehmetkirin. Deste, bi biryarên ku didin berdana girtiyên siyasî yên 30 sal û seriya 30 salan di girtîgehan de ragirtî ne û girtiyên nexweş ên siyasî taloq dikin.
Desteya Çavdêriyê ya Rêveberiyê, di mewzuatê de wiha hatiye pênasekirin: “Desteya rêveberiyê û çavdêriyê; bi serokatiya midûrê saziyê, midûrê duyemîn ê ji çavdêrî û senifandinê berpirsyar, karmendê rêveberiyê, bijîşkê girtîgehê, psîkiyatrîst, psîkolog, xebatkarê civakî, mamoste, sergardiyan û midûrê saziyê û xebatkarên teknîk pêk tê.”
Di heman mewzuatê de, mekanîzmaya biryardayînê ya desteyan wiha hatiye pênasekirin: “Desteya rêvebirî û çavdêriyê, gava nirxandina xwe ya têkildarê girtî bike, li gor raporên nirxandina çavdêrî û bipêşveçûnê, rapora nirxandina rîskê û hemû zanîn û belgeyên dosyeya înfazê biryarê dide. Deste, gava vê nirxandinê li ser daxwazê ya jî resen dikare bi kesê/a hikûmxwarî hevdîtinê bike.”
Van desteyan, ji ber ku pênaseya sûc nehatiye kirin, bi taybetî ji bo zêdekirina cezayên girtiyên şoreşger ên welatparêz her tiştî sûc hesab dikin.
HINCET: ZÊDE PIRTÛKAN DIXWÎNE, DI DEMA HEVDÎTINÊ DE KENIYAYE
Desteyên Çavdêriyên ya Rêveberiyan, bi tenê sala 2021’ê bi hincetên cur bi cur zêdeyê 60 girtiyên cezayên wan qediyabûn, nehişt bên berdan. Hincetên neberdanê yên desteyan jî ecêb in.
Desteyan heta niha, gelek biryarên bêwate dane, hincetên biryarên ku dane ev in:
“Nepoşmanî
Hevdîtina bi mele re nekiriye
Hal nebaş e
Bi rêgezên girtîgehê nekiriye
Avê zêde bi kar tîne
Nakeve nav çalakiyên girtîgehê
Zêde pirtûkan dixwîne
Sirûd gotiye
Stran bi Kurdî gotiye
Xwe dûrî rêxistinê nake
Yekê/a ji malbatê girtî ye û hwd.”
Ji girtiyeke siyasî re ku qet nezewiciye, hatiye gotin ku hevserê xwe kuştiye, nehatiye berdan. Ji girtiyekê ku keçên xwe yên 6 û 9 salî hene re wiha hatiye gotin: “Zarokên te di nav xebatên rêxistinî de ne” û nehatiye berdan.
Desteyên Çavdêriyê, biryara bernedanê ji bo ewqas kesên ku cezayên wan qediyaye dane ku, bidestxistina daneyan jî zehmet bûye. Li gor daneyên hatine bidestxistin, herî kêm biryara neberdanê ji bo 217 kesan hatiye dayîn. Ji van girtiyan hin jê hatine berdan lê hin jê hêj jî nehatine berdan.
Hin girtiyên cezayê wan qediyaye lê nehatine berdan:
“Cevahîr Vûrûcû – Ji ber ku gava hevdîtinê keniyaye
Ferît Orak – ji ber ku av zêde bi kar aniye
Şevket Bîlîcî – ji ber ku ne poşman e
Di Girtîgeha T ya bi hejmar 1 a Amedê de, 8 girtî ji ber ku poşman nebûne
Songul Bagadir – Girtîgeha L ya Kandirayê – Ji ber ku poşman nebûye
Ercan Îşcan – Girtîgeha L ya Espiye ya Gîresûnê – ji ber ku gava lêgerînê bi xebatkaran re nebûye alîkar
Mûrat Aktaş – Girtîgeha F ya bi hejmar 1 a Kandirayê – Cezayên dîsîplînê
Fahriye Ceylan – Girtîgeha L ya Alanyayê – ji ber ku poşman nebûye
Di Girtîgeha M ya Baybûrtê de, 12 girtiyên jin, ji ber ku jimartina pergala leşkerî red kiriye, cezayê wan qediyaye lê nehatine berdan
Di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de hema bibêje cezayê hemû girtiyên siyasî qediyaye lê nehatine berdan
Metîn Guven – Girtîgeha T ya Yozgatê – ji ber ku poşman nebûye
Aliye Suer – Girtîgeha Jinan a Amedê – ji ber ku sirûd gotiye
Di Girtîgeha Bolûyê de ji ber ku zêde av bi kar aniye û poşman nebûne, nehatine berdan
Resûl Baltaci – Girtîgeha T ya Çîlîmlî ya Duzceyê – ji ber ku poşman nebûye
Hatîce Çakmak – Girtîgeha L ya Alanyayê – cezayê hicreyê kirine hincet
Kadîr Karabak – Girtîgeha F ya bi hejmar 2 ya Tekîrdagê – bi hinceta ku keçikên wî yên 6,5 û 9 salî xebatên rêxistinkinî kirine
Rojda Erez – Girtîgeha Jinan a Sîncanê – Ji Erezê re ku hîç nezewiciye, hatiye gotin ku hevserê xwe kuştiye, wê zirarê bide malbatê xwe, nehatiye berdan.
Hanim Yildirim – Girtîgeha Jinan a Sîncanê – Jê re; ‘Kekê te FETO’yî ye’ hatiye gotin û nehatiye berdan
Sabrî Yakût, Hakan Zerturtk, Bîlal Balbeş, Farûk Aydemîr – Girtîgehên 1 û 2 yên Dûmlû yên Erziromê – ji ber ku poşman nebûne
Şemsettîn Tekîn, Tekîn Îlboga – Girtîgeha T ya Oltûyê – ji ber ku poşman nebûne
Mehmet Cengel – Girtîgeha Ewlehî Zêde ya Wanê – ji ber ku poşman nebûne
Dîlan Oynaş – Girtîgeha Jinan a Sîncanê – cezayên dîsîplînê
Dayika Aştiyê Xense Bûlût – Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê – ji ber ku poşman nebûye
Azîze Yagiz – Girtîgeha T ya Tarsûsê – ji ber ku rewş ne baş e
Damla Erdem, Sevda Tûrgal – Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê – ji ber ku poşman nebûne
Îlyas Peldek, Abdûlhalik Ozerk – Girtîgeha T ya Bafra ya Samsûmê – ji ber rê û rêzikên girtîgehê nekiriye
Abdûrrahîm Çetînkaya – Girtîgeha L ya bi hejmar 3 ya Şakranê – cezayên dîsîplînê.”