Girtiyên jin: Li dijî tecrîdê em ê her qadê bikin qada berxwedanê

Girtiyên jin, destnîşan kirin ku dewleta Tirk hewl dide jiyanek bê Rêbertî ferz bike û gotin, “Li dijî tecrîda li Îmraliyê em ê her qadê veguherînin qadên berxwedanê.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê girtiyan ve hatiye destpêkirin, kete roja xwe ya 22'an.

Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tarsûsê jî tevlî çalakiya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" ku ketiye meha xwe ya sêyemîn, bi grevên birçîbûnê yên di 27 'ê Mijdarê de dest pê kirin. Girtiyan di peyama xwe de destnîşan kirin ku di pêvajoyeke bi vî rengî de destpêkirina pêngavê girîng e. 

Di peyamê de ev tişt hate gotin:

“Di serî de em bi germehiya berxwedanê hemû berxwederên çiya, zindan û gelê me yê welatparêz silav dikin. Salvegera 46. damezrandina partiyê li Serokati, li şehidên şoreşê, li hemû hevrêyan û li gelê xwe piroz dikin. Em bi bîr û baweriya ku sala 46’an wê bibe sala azadiya Serokatî û hemû gelên bindest. Pêngava ku bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hatiye destpêkirin, ji bo vê pêvajoyê xwedî wate û girîngiyek mezin e. Lewra em dizanin tecrîda ku li Îmrali tê meşandin, îro bandora xwe li hemû cih û warên ku Kurd lê dijîn dike. Dixwazin me hînê jiyanek bê Serokatî bikin. Ji bo vê jî nêzê 3 sale tevî ku ti agahî ji Serokatî nayê girtin, dewlet ferz dike ku em vê yeke ji rêzê bibînin û qebûl bikin. Bila herkes baş bizanibê ku em vê rewşê bi ti şêwazê qebûl nakin û em ê her tim li hemberî van ferzkirina heya dawî ber xwe bidin.  Îro tecrîda giran a ku li Îmralî tê meşandin bi politikayê zirav li hemû girtîgeha û li derve belavbûye. Tê xwestin ku gelê Kurd bê nefes bihêlin. Lê yên ku vê rewşê pêk tînin bila baş bizanibin ku, çawa dixwazin her der bikin weke Îmraliyê, li dijî wê em ê jî her derê bikin qada berxwedanê Ji ber ku em şiruşa xwe ji Îmraliyê digrin. Ji ber vê yekê em weke girtiyê jin a PKK û PAJK’ê ya girtîgeha Tarsûsê bi vê biryardariyê tevlî pêngavê dibin. Ji 27’ê Mijdarê şûnde me dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiriye. Li hemberî tecrîda girankirî û dîlbûyîna Serokatî, li hemberî neberdena hevrêyên nexweş, li hemberî şewitandin û taloqkirina înfazan û li hemberî girtîgehê yekkesî ya tîpe Y û S’yê em helwesta xwe nîşan didin. Em bangawazî li hemû malbat û gelê xwe dikin ku bila li hemberî van kiryaran dengê berxwedanê bilind bikin û seri rakin.”