Girtiyên girtîgeha Tekîrdag û Amasyayê serîhildan

Girtiyên girtîgeha Tekîrdag û Amasyayê serîhildan

Li Girtîgeha Tîpa F2 û li Girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê girtiyan ji bo şert û mercên yên giran ên girtîgehê şermezar bikin doşekên xwe dan ber agir û îsyan derxistin.

Li Girtîgeha Tîpa F 2 ya Tekîrdagê girtiyên siyasî i ber şert û mercên girtîgehê şermezar bikin doşek û bataniyên odeya xwe dan ber agir û şert û mercên girtîgehê yên giran şermezar kirin. Şevê din saet di 23.30'an de şewat derket.

Hate zanîn ku li odeya girtiyên bi navê Bîrdal Abay û Adem Tunç şewat derket û herdu girtî rakirin nexweşxaneyê. Piştî şewatê gelek leşker sewqî girtîgehê hatin kirin.

LI GIRTÎGEHA AMASYAYÊ JÎ ŞEWAT DERKET

Li Girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê jî li odeya ku 2 girtiyên siyasî lê diman şewat derket. Hate zanîn ku dema rêveberiya girtîgehê xwest girtiyan bi zorê ji odeyên wan derxe, girtiyan ji bo helwesta girtîgehê şermezar bike çalakiya şewitandina doşekan pêk anîye. Hate hînbûn ku 2 girtî rakirin nexweşxaneyê û niha tên dermankirin.