Girtiyekî din jî bedena xwe da ber agir

Girtiyekî din jî bedena xwe da ber agir

Hate zanîn ku, li 1'emîn Girtîgeha Kiriklar ya Tîpa F girtiyek din jî bedena xwe da ber agir.

Hate hînbûn ku li 1'emîn Girtîgeha Kiriklara Tîpa F ya Îzmîrê girtiyê bi navê Erdal Taş di demjimêrên nîvro de li koguşa lê dima, bedena xwe da ber agir. Taş, dema ku tu kes li koguşê tunebû bedena xwe da ber agir. Rayedarên girtîgehê mudaxeleyî şewatê kirin û Taş bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê. Sedema xwe şewitandina Taş nehate zanîn. Rayedarên girtîgehê diyar kirin ku ew derbarê bûyerê de agahiyê nadin.

1’ê Tîrmehê li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê girtiyê siyasî Hakan Yilmaz bedena xwe dabû ber agir. Yilmaz ku bedena xwe dabû ber agir, destpêkê rakiribûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê û pişt re jî rakiribûn Nexweşxaneya TIP'ê ya Zanîngeha Dîcleyê û li Beşa Şewatê hatibû razandin. Hatibû ragihandin ku rewşa Yilmaz başe.

Abdulwahît Kiliç (43) di 19’ê Hezîranê de li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê bi armanca protesto kirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qirika xwe birîbû û hewil dabû xwe bikuje. Kiliç ku sirgûnî Girtîgeha Mîdyatê kiribû di şeva 29’ê Hezîranê cenazeyê wî derxistibûn. Rêveberiya Girtîgehê sedema mirinê weke “întîhara duwem” nîşanda. Malbata Kiliç mirin bigûman dîtibû.

Şeva 3’ê Hezîranê Mehmet Şerîf Sakli yê qeydkiriyê ser şêniya gundê Eşme yê navçeya Farqîna Amedê bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe dabû ber agir û jiyana xwe ji dest dabû.