Girtiyê siyasî Kasim Demîr jiyana xwe jidest da

Girtiyê siyasî Kasim Demîr jiyana xwe jidest da

Girtiyê nexweş Kasim Demîr ku ji Girtîgeha Tîpa D ya Amedê ji bo dermankirinê sirgûnî Îzmîrê kiribû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Girtiyê nexweş Kasim Demîrê ku ji girtîgeha Tîpa E ya Mûşê sirgûnî girtîgeha Tîpa D ya Amedê û ji vir jî ji bo dermankirinê sirgûnî Îzmîrê kirin, jiyana xwe jidest da. Hat hînbûn ku Demîrê ku li nexweşxaneya Tepecîka Îzmîrê dihat dermankirin berbanga vê sibê jiyana xwe jidest da. Nexweşiyên Demîr yên wekî nexweşiya dil ya kronîk, hîpertansiyon, romatîzmaya monik û hepatît B'yê beriya niha ketibûn çapemeniyê. Piştî ku Demîr jiyana xwe jdest da malbata wî ya li Aydinê dijî ber bi Îzmîrê ve birê ket.

HEVALÊN WÎ REWŞA RAGIHANDIBÛN RAYA GIŞTÎ

Girtiyên siyasî yên li girtîgeha Tîpa E ya Mûşê jî di 10'ê Gulana 2012'an de bi nameyekê bal kişandibûn ser rewşa girtiyên nexweş û banga bihîstiyariyê kiribûn. Girtiyên ku bi riya malbatên xwe daxuyanî dabûn gotin; "Li vê derê qadên me yên tevgerê tên tengkirin, destpêkê prisgirêkên me yên tenduristiyê û gelek pirsgirêkên me yên jiyanê hene. Li odeyên ku divê herî zêde 6 kes lê bimînin 15-20 kes lê dimînin. Di nava van şert û mercan de nexweşiyên wekî mîde, rovî, pişt, stû û serêşiyê pêş ketine. Gelek girtiyên di pevçûnan de bi birîndarî hatine girtin hene. Girtiyên nexweş zêde ne. Tevî ku me gelek caran serî li rêveberiya girtîgehê daye jî em bê bersiv tên tiştin. Heta ku girtî negihîjin sînorê mirinê ne rêveberiya girtîgehê û ne jî bijîşk cidî û hessas nêz nabin."

Di nameya girtiyan de yek ji wan Kasim Demîr navê 10 girtiyên bi nexweşiyên giran ketine jî hatibûn rêzkirin.