Girtiyê siyasî Bat nayê berdan

Girtiyê siyasî Rojhat Bat ku beriya sirgûnî Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa L a Maraş-Turkoglû bê kirin li Girtîgeha Tîpa D a Amedê serekgardiyan gefa mirinê lê xwar, tevî ku dema wî ya berdanê hatiye jî nayê berdan.

Zexta dewleta Tirk a li ser girtiyên siyasî dewam dike. Girtiyên ku cezayê li wan hatiye birîn qediya ye û divê bêne berdan, nayên berdan. Yek ji wan jî girtiyê siyasî Rojhat Bat e ku bêhincet nayê berdan.

DI 26'Ê TEBAXÊ DE DIVIYABÛ BIHATA BERDAN

Bat ku sala 2016'an piştî ku hate girtin di demeke kurt de hikum lê hate birîn, bi 7 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê hate cezakirin. Ceza bi îdîaya "endametiya rêxistinê" li Bat hate birîn û li gorî şert û mercên asayî diviyabû 26'ê Tebaxê bihata berdan, lê hîn girtî ye. Bat di 18'ê Gulana 2022'an de ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sirgûnî Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa L ya li n avçeya Turkoglû ya Mereşê hate sirgûnkirin. Bat bi rêya malbata xwe nerazîbûn nîşanî bernedanê da. Bat diyar kir ku giliyê parêzer ê têkildarî astengkirina berdanê bi kêr nehatiye.

Bat xwest ku rêveberiya girtîgehê dawî li polîtîkayên xwe yên li dijî girtiyan bîne û girtiyên dema wan a berdanê hatiye tavilê bêne berdan.

SALA 2021'Ê GEFA KUŞTINÊ LÊ HATIBÛ XWARIN

Rojhat Bat dema ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dihate girtin di Nîsana 2021'ê de gardiyanê sereke gefa kuştinê lê xwaribû.