Girtiyê Kurd ê siyasî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da

Girtiyê Kurd ê siyasî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da

Rêvebirê berê yê BDP'ê ya Edeneyê û Endamê KCD'ê Hakî Kûrû, di Girtîgeha Kurkçuler a Tîpa F'yê ku nêzî 5 mehan e girtiye de qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Hevsera Kûrû Halîse Kûrû da zanîn ku hevserê wê 15 roj berê sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin lê nebirine nexweşxaneyê dihat xwestin.

Rêvebirê berê yê BDP'ê ya Edeneyê û Endamê KCD'ê Hakî Kûrû yê ku di 6'ê Adar 2012'an li Edeneyê di encama operasyona li ser navê KCK'ê hatibû binçavkirin û girtin, di Girtîgeha Kurkçuler a Tîpa F'yê de qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.

Kûrû îro qeyrana dil derbas kir û rakirin nexweşxaneyê, lê ligel mudaxaleya bijîşkan nehate xilaskirin. Cenazeyê Kûrû ji bo otopsiyê birin Morga Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê. Li vir di encama otopsiya pêşî de hate gotin ku Kûrû di encama qeyrana dil jiyana xwe ji dest daye. Li ser agahiya mirina Kûrû hate bihîstin Serokê BDP'ê ya Edeneyê Ûgûr Bayrak, rêvebirên BDP'ê yên bajar û navçeyan, rêvebirên TUHADER û xizmên Kûrû hatin ber morgê.

Hevsera Kûrû da zanîn ku roja duşemê çûye hevdîtina hevserê xwe û li wir jê re gotiye nexweşe û çûye nexweşxaneyê û wiha got: "Ji min re got 'min 15 roj berê ji bo min sewqî nexweşxaneyê bikin serî li revîrê daye. Lê hîn min nebirine nexweşxaneyê'." Malbata Kûrû ji bo cenaze bi berfirehî were otopsîkirin serî li saziyê da. Li bendê ye ku cenazeyê Kûrû cenazeyê sibê bigire.

Îdîanameya derbarî Kûrû nehatibû amadekirin.