Girtiyê 30 salan bi kêfî nayê berdan

Di civîneke çapemeniyê de rewşa Mistefa Mûrat Perîşan hat diyarkirin ku ew li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Akhîsarê ya Manîsayê girtî ye û tevî ku cezayê xwe temam kiriye jî nayê berdan.

Li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin û di civînê de malbata Mistefa Mûrat Perîşan, Mehmet Acettînê endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê û pismamê wî Yusuf Perîşan, bal kişandin ser vê ecêbiya hiqûqî.

Yûsûf Perîşanê pismamê Mistefa Murat Perîşan ku ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ve bi hinceta  "xerakirina yekîtî û aramiya dewletê" cezayê muebetê lê hatibû birîn, di civînê de axivî û got: ‘’Her çend pismamê min Yûsûf cezayê xwe temam kiriye jî  rayedar dibêjin "4 sal cezayê wî maye" û wî tehliye nakin.’’

Pismamê Mistefa Mûrat Perîşanî Yûsûf Perîşan xeberdana xwe wiha berdewam kir: " Mirovek carekê tê cezakirin. Ev welat temilê li hiqûqa xwe jî nake.Kesek carekê tê cezakirin. Ji bo tolê li ser şexsan gelek binpêkirinên mafan dikin. Em bang li hemû rêxistinên hiqûqî ve Meclîs û Wezareta Dadmendiyê  û ji her kesî dikin ku bila ev êcêbiya hiqûqî ji holê bê rakirin.” 

Yûsûf  Perîşan herî dawiyê anî ziman ku dewlet li ser pismamê wî poşmantiyê ferz dike û diyar kir ku ev 32 sal in pismamê wî girtî ye û  li ser wî  ‘nêzîkatiyeke tolstendinê" heye.

Mehmet Acettînê Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê jî axivî û anî ziman ku biryarên ku tehliyeya girtiyan asteng dikin,  ji aliyê Desteya Îdarî û Çavdêriyê ve têne dayîn.