Yek ji çalakgerên greva birçîbûnê ya di meha adarê de li Strasbourgê bi dirûşima “Ji Ocalan re Azadî” dest pê kir û 52 rojan berdewam kir, Ahmet Çelîk bal kişand ser rêze çalakiyên ku dê vê mehê bêne destpêkirin û got ku dê di meha îlonê de “geştên ji bo azadiya Ocalan” dest pê bikin.
Ahmet Çelîk endamê koordîneya “Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî” ye û yek ji çalakgerên greva birçîbûnê ya di meha adarê de li Strasbourgê bi dirûşima “Ji Ocalan re Azadî” dest pê kir û 52 rojan berdewam kir e. Siyasetmedarê Kurd Çelîk di salên 2008-2010de serokatiya YEK-KOM’ê kirye.
Çelîk der barê xebatên Înîsiyastîfa ji Ocalan re Azadî de agahî da ANF’ê .
Hûn dikarin der barê ‘Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî’ de agahî bidin?Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî, ji meşvanên mesa azadiyê ya Cenevre-Strasbourgê û çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor a li Strasbourgê pêk tê. Înîsiyatîf ne weke rêxistinek tê zanîne, lê belê weke meclîsekê ye. Bi dehan endamên vê înîsiyatîfê li bajarên Ewropayê hene. Armanca me ew e ku em ji bo azadiya Rêber Apo bênavber têbikişin. Endamên înîsiyatîfê yên li her bajarekî dikarin hemû cure çalakiyên demokratîk li dar bixin û bang li gel bikin. Di civîna mezin a di 23-24’ê hezîranê de li Strasbourgê hat lidarxistin de me koordîneyek ji 9 kesan pêk tê ku ez jî di nav de me ava kir.
Ji bo şaş neyê fêmkirin, ez dixwazim vê jî bêjim; azadiya Birêz Ocalan ne tenê wezîfe û berpirsyartiya vê înîsiyatîfê ye. Hemû Kurdistanî, saziyên sivîl, saziyên neteweyî, meclîsên gel û her kesê dibêje ku ez mirov im ji bo azadiya Birêz Ocalan xwedî peywir û berpirsyartî ne.
Hûn dikarin hinek behsa xebatên xwe yên dema pêş bikin?Tecrîda ku saleke berdewam dike, sînorên tehemûlê derbas kirine. Em ê weke endamên înîsiyatîfê li hemberî vê yekê xwedî helwest bin. “Heta azadiya Rêber Apo, Berxwedana bê Dawî” ev dirûşima me ye. Niha li ber Konseya YE’yê çalakiya nobeta bênavbera ku ji 25’ê hezîranê ve hatiye destpêkirin heye. Ev çalakî dê heta azadiya Rêber Apo berdewam bike.
Di 28’ê tîrmehê de ji ber salvegera tecrîdê, dê li gelek deverên Ewropayê, Înîsiyatîf û Saziyên Kurdan çalakiyên cûda li dar bixin. Di 1’ê îlonê de bi boneya roja aşitiya cîhanê, dê mîtîngek girseyî bê lidarxistin.
Li gel Mihîrcana Çanda Kurdan a Navneteweyî yak u dê di îlonê de bê lidarxistinê, dê “Geşta ji Ocalan re Azadî” bi otobusên bi posterên Rêber Apo hatine xemilandin dest pê bike û li her derê Ewropayê bigere. Çalakgerên herdemî yên vê otobusê dê hebin. Ji bo vê çalakiyê çalakgerên dorveger jî dê bêne qebûlkirin. Em dixwazin nivîskar, siyasetmedar û dostên Kurdan beşdarî vê çalakiyê bibin. Geşta ji Ocalan re Azadî, dê 2 mehan li welatên ku Kurd lê dijîn bê lidarxistin. Li her bajarê dê bi karwanê wesayîtan bi girseyî bên pêşwazîkirin. Geşt dê li Strasbourgê bi mîtîngeke mezin bi dawî bibe.
Hûn 52 rojan di greva birçîbûnê de man, soza ji bo we hatibû girtin, hat bicihanîn?Di dema grevê de me gelek h evdîtin pêk anî. Hewl û bangên dostên me çêbûn. Şaredarê Strasbourgê, walî, CPT, Konseya YE, Parlementoya Ewropayê û hemû saziyên peywendîdar hatin agahdarkirin. Cihên peywendîdar ragihandin ku dê di bin çavdêriya CPT’yê de heyetek biçe serdana Îmraliyê. Lê ev soz çiqas hat pêkanîn, nehat pêkanîn, ew titşek din e. Lê em li bendê ne ku saziyên ku soz dane sozên xwe bi cih bînin.
Krediyek çawa dan Tirkiyeyê?Bi ya min, YE û DYA, ji bo çewisandina hêza siyasî ya Kurdan salek kredî dane dewleta Tirk. Hin bûyerên ku vê piştgiriyê nîşan didin hene. Hin bûyerên li Kurdistana Sûriyeyê û dîsa hêviya ku Erdogan ji Birêz Barzanî dikir, pêk nehat. Ji ber wê bi ya min ev piştgirî êdî diqede. Li hemberî hemû êrîşên dewleta Tirk, têkoşîna azadiya gelê Kurd bi tu awayî gavek jî paş de neavêt. Mirov vê yekê di uslubê Erdogan de jî dibîne. Hema bêje ew bi xwe êdî har bûye. Lê em ê di demên pêş de bizanin ka dê ev kredî dîsa were nûkirin an na.
Di van rojên dawiyê de behsa agirbestê tê kirin, tiştek wiha dibe?Li gorî em di çapemeniyê de dibînin, dewleta AKP’ê dixwaze bi rêya hin rewşembîran, qaşo banga agirbestê bike. Bi ya min ev encamên îflasa polîtlîkayên wê ne. Xwezî ji dilî bûna. Ma kî aşitî naxwaze? Lê agirbestên heta roja îro bi banga Rêber Apo pêk hatin. Ger Rêber Apo di tecrîdê de be, tenduristiya wî di metirsiyê de be, bangên jib o agirbestê nejidiliyeke pir mezin e. Ger dixwazin şerê heye raweste, dive rewşembîr ji bo ewlehî, tenduristî û azadiya Rêber Apo hewl bidin.
Bangek ji bo Kurdistaniyan heye?Li gorî min, ji bo pêkhatina aşitiyê û bidexistina statuyek ji aliyê Kurdan ve, tenê rêyek heye, ew jî afirandina şert û mecên jib o azadî, ewlehî û tenduristiya Rêberp Apo ye. Ev pirsgirêk tenê dikare bi muzakereyên bi Birêz Ocalan re çareser bibe. Weke endamek ê vê înîsiyatîfê, bi baweriya min ji bo rawestandina êrîşan tenê rêyek heye, ew jî afirandina şert û mercên ji bo azadî, tenduristî û ewlehiya Rêberp Apo ye. Ez weke Kurdistaniyekî azadiya Serokatiyê weke armancekê dibînim û bang li hemû gelê Kurdistanê û dostên wan dikim ku di vî warî de çalak bin, û bang li Kurdistaniyan dikim ku beşdarî çalakiyên demokratîk ên ku dê di 28’ê tîrmehê de dest pê bikin bibin.