Gêrîlayên HPG’ê li Hatayê di ser polîs û cendirmeyan de girt

Gêrîlayên HPG’ê li Hatayê di ser polîs û cendirmeyan de girt

Hate ragihandin ku, di demjimêrên dereng yên şevê de komek ya gêrîlayên HPG’ê di ser Miduriyeta Polîs û Qereqola Cendirmeyên navçeya Erzîn ya Hatayê de girtin.

Li gorî agahiyna, di demjimêrên şevê de gêrîlayên HPG’ê hemwest êrîşî qereqola cendirme û Midûriyeta Polîsan ya navçeya Erzînê kirin.

Di êrîşa li dijî Miduriyeta Polîsan ya li Taxa Îsali û qereqola cendirmeyan ya li Taxa Hurriyetê de hate ragihandin ku, 3 polîs birîndar bûne. Hate diyarkirin ku, rewşa du polîsên birîndar bûne girane.