Gerîlayên HPG’ê li bejahiya Osmaniyeyê bi ser şantiyeyekê de girtin û makîneyên xebatê şewitandin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di demjimêrên danê sibê de gerîlayan li navçeya Hasanbeylî ya Osmanyayê bi ser şantiyeyên Ruzgar Gulu de girtin. Hat ragihandin ku 4 makîneyên kar, 2 kamyon û konteynerek hatin şewitandin.
Hat ragihandin ku gerîlayan 3 karkeran binçav kirin û piştre serbest berdan.