Gêrîlayê HPG’ê Emrah Boztaş (Hemze Serhat) ku di pevçûna li çiyayê Tendureka Agiriyê de jiyana xwe jidest da li gundê Xavesora navçey Qaxizmana Qersê ji aliyê bi sedan kesî ve hat veşartin.
Gêrîla Emrah Boztaş (Hemze Serhat) yê ku di pevçûna li çiyayê Tendureka Agiriyê de jiyana xwe jidest da şevê din ji aliyê malbata wî ve ji saziya edlî tiba Trabzonê hat girti. Cenazeyê ku vê şeveqê anîn Qaxizmanê destpêkê birin mala wî ya li taxa merkezê. Parlementera Qersê Mulkiye Bîrtane, Hevserokên Qersê Şerafettîn Îldîrîm, Nuriye Erkmen, Serokê navçeya navendî Kemal Bulgan, Serokê BDP'a Qaxizmanê Memet Dogan, Cîgirê Şaredarê Dagpinarê Husnu Anci, nûnerê MEYA-DER'ê Mustafa Yardimciel jî di nav de bi sedan kes tevlî merasima cenaze bûn. Piştî ku wecibên olî hatin pêkanîn, cenaze anîn gundê Xavesorê û li ber dirûşmeyan hat veşartin.
'GELÊ KURD DÊ XWEDÎ LI RÛMETA XWE DERKEVE'
Di merasima ku dirûşmeyên "Şehîd namirin" hatin berzkirin de parlementera Qersê Mulkiye Bîrtane axivî û got; "Me ciwaneke din spart axê. Hemze Serhat û hevalên wî ji bo azadiya Kurdistanê şehît bûn. Riya wan dê riya me ronî bike. Îro zilma ku li hemberî kurdan tê meşandin û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ancaq bi berxwedana gelê Kurd dê bê rawestandin. Polîtîkayên îro li hemberî gelê Kurd tên meşandin li ser tu gelên din nehatine meşandin. Ji avasaziya Komara Tirkiyeyê heta niha bê navber polîtîkayên qirkirinê hatine meşandin.
Di nav 10 salên dawiyê de hikûmeta faşîst ya AKP'ê ji ser ol û misilmaniyê gelê Kurd qetil dike û siyaseta qirêj dimeşîne. Me her tim aştiyeke birûmet xwest û me mafên gelê Kurd xwestin. Ciwanên me ji bo maf û azadiya gelê xwe li çiyayan têdikoşin û jiyana xwe jidest didin. Hemze Serhat ji bo azadiya gelê xwe xwe feda kir û tevlî karwanê şehîdan bû."
Bavê gêrîla Hemze, Battal Boztaş jî spasiyên xwe pêşkêşî yên tevlî merasimê bûne kir û wiha axivî: "Kurê min ji bo vîna gelê xwe ya azad têkoşiya û jiyana xwe jidest da. Ne tenê şehîdê min, şehîdê hemû gelê Kurd e. Ez careke din dibêjim serê gelê Kurd sax be. Şehîd namirin.
Piştî axaftinan girse çû mala şînê û sersaxiya malbatê xwest.