Gerger: Tirkiyeya berê welê hilweşiya ku nema dikare rabe ser xwe

Di dawiya hefteyê de li bajarên Elmanya Altoberhausen û Munsterê, komeleyên Elewiyan geşedanên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê, pêvajoya hilbijartinê û rewşa Elewiyan nîqaş kirin.

Di dawiya hefteyê de li bajarên Elmanya Altoberhausen û Munsterê, komeleyên Elewiyan geşedanên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê, pêvajoya hilbijartinê û rewşa Elewiyan nîqaş kirin.

Roja Şemiyê Navenda Civaka Elewiyan a Alt-Oberhausen (Alt-Oberhausen Alevitishe Gemeinde) û roja Yekşemê jî li Navenda Civaka Elewî ya Munsterê (Alevitishe Gemeinde Münster und Umgebung) panel pêk hat. Prof Haluk Gerger, nivîskar lêkolîner Faîk Bulut, rojnamegera Huseyîn Narli, rojnameger Halîl Dalkiliç, nûnerên Bîr-Kar Sînan Zengîn û nivîskar Kazim Cîhan tevl3ı panelan bûn.

Gerger di Panela li Munsterê de axivî û got: “Tirkiyeya berê bi terza ku careke din zindî nabe hilweşiyaye. Li Tirkiyeyê AKP ji bo ku polîtîkayên herêmî yên krîza kapîtalîst bi rê ve bibe kirine desthilatdar, lê di bin krîzê de pelçiqiye. Pergala Tirkiyeyê ya bi endezyariya civakî hatiye ava kirin têk çû. Tirkiyeya berê li dijî şoreşên çînê, gelên mazlum û tevgerên azadîxwaz wek tetikêş hat bikaranîn. Burjuvaya berê ya Tirkiyeyê li dijî MUSÎAD û TUSÎAD’ê têk çû.  Pirsgirêka Kurd pirsgirêkek mezin e. Welatên herêmê li ser bêstatubûna Kurd3en xwe xwedî dikin. Lê şikestina yekê bandorê li ya din jî dike. Rojava di vir de girîng e. Statuya Rojava Tirkiyeyê rasterast bandor dike. Mudaxaleya Tirkiyeyê ji bo vê ye.”

ÊRÎŞA TIRKIYEYÊ YA LI DIJÎ ELEWIYAN ÎDEOLOJÎK E

Gerger got ku sê dînamîkên girîng yên Tirkiyeyê dikarin rêxistina xweser û hêza xwe bikin yek û hêza demokratîk derxin holê. Gerger rewşa Elewiyan şiband rewşa Yah3udiyên Elmanya Nazî û got: “Esasa êrîşa li dijî Elewiyan îdeolojîk e.”

Panela ku Huseyîn Narli moderatoya wê kir, nivîskar û lêkolîner Faîk Bûlût jî axivî û diyar kir ku AKP li xeyala Osmaniya mezin diçe û polîtîkaya ‘li welat şer, li cîhanê şer’ dimeşîne. Bûlût got ku AKP dixwaze vê xeyala xwe li ser feraseta Birayên Misiliman bimeşîne

Bûlût diyar kir pirsgirêka Kurdan êdî pirsgirêkek Kurdistanî ye û AKP li dijî PKK’ê dixwaze PDK’ê bikişîne cem xwe. 

ROJAVA HÊVIYA HEMÛ GELAN E

Rojnameger Halîl Dalkiliç jî anî ziman Tirkiye ketiye pêvajoyek nû û got: “Hilbijartinên pêk bên wê zemîneke nû ya siyasî derxîne holê. Li şûna polîtîkayên desthilatdar divê li ser polîtîkayên civakî bên sekinandin.” Dalkiliç anî ziman ku Şoreşa Rojava ji bo hemû gelan bûye hêvî. Dalkiliç balkişand ser hilbijartinên 7’ê Hezîranê û got ku ji bo Elewî û Kurdan gelek girîng e.

Sînan Zengîn jî got ku hikûmeta AKP’ê di pirsgirêka Kurd de polîtîkayek xapînok dimeşîne û tevgera Azadiyê li herêmê bûye hêz.

Kazim Cîhan jî diyar kir di siyaseta Tirk de li şûna Tirkbûnê, Îslamîbûn  bûye argumanek ku zêdetir tê bikaranîn.

Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.