Gelo Mecît Gumuş û berxwedêrê Çeçen bi hev hatin guhertin?

Gelo Mecît Gumuş û berxwedêrê Çeçen bi hev hatin guhertin?

Rûsyayê siyasetmedarê Kurd Mecît Gumuş radestê Tirkiyeyê kir. Tê gotin ku dibe Gumuş û berxwedêrê berê yê Çeçen Rustam Khalulhaev “bi hev hatibin guhertin”. Ev bi hefteyan e berxwedêrê Çeçen Khalukhaev girtî ye, lê heta niha nehatiye aşkerekirin çima girtî ye.

Endamê Rêveberiya Weqfa Kafkasê û Edîtorê Ajansa Kafkasê Yûsûf Altinok ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku penaberê Çeçen Rustam Khalukhaev ev nêzî 10 roj e li Tirkiyeyê hatiye girtin, her çendî wana ji bo rewşa wî serlêdanên fermî kirine, lê heta niha hinceta girtina wî nehatiye diyarkirin.

Altinok destnîşan kir ku gava Rûsyayê siyasetmedarê Kurd radestê Tirkiyeyê kir, ew ketin nava gumanan û got; “Dibe ev polîtîkaya pevguhertinê be. Ger ev yek hatibe kirin, berdewama wê jî heye. Rustam Khalukhaev piştgirî daye berxwedêrên li Kafkasyayê û tevlî rêxistinekê bûye. Ew bi xwe jî berxwedêrek berê bû. Her du welat dibe van her du kesan bi hev guhertibin.”

'EM Ê QIYAMET RABIKIN!'

Yusuf Altinok got; “Tirkiye dikare polîtîkaya xwe ya li hemberî penaberên Çeçen û Kafkasyayê bi pirsgirêka Kurd re bîne beramberê hev” û bi vî awayî Tirkiyeyê hişyar kir; “Ger ev meseleya pevguhertinê pêk hatibe, em ê qiyametê rakin. Em ê serlêdanên fermî bikin, ger bê bersiv bimîne, em ê nerazîbûna xwe nîşan bidin. Em ê dest ji azadkirina hevalê xwe bernedin.”