Fransa: Eger Konseya Ewlekariyê bibe asteng, dê koalîsyonek çê bibe
Fransa: Eger Konseya Ewlekariyê bibe asteng, dê koalîsyonek çê bibe
Fransa: Eger Konseya Ewlekariyê bibe asteng, dê koalîsyonek çê bibe
Serokkomarê Fransayê François Hollande da xuyakirin ku ew li dijî destwerdaneke leşkerî ya ji bo hilweşandina "dîktatoriyê" ya li Sûriyê ye, lê belê divê êrîşeke dijber bê kirin. Hollande diyar kir ku eger Konseya Ewlekariyê ya NY pêşî li tevgerê bigire, dê koalîsyonek derkeve holê.
Serokkomarê Fransayê François Hollande di axaftineke xwe ya ji bo rojnameya Le Monde de got, "Komkujiya kîmyewî ya li Şame nabe bê ceza bimîne û divê bê ceza nemîne. Di rewşeke berevajî de wê rîskek derkeve holê ku bikaranîna van çekan bibe rewşeke ji rêzê û gef li welatên din were xwarin."
Hollande got, "Ez ne alîgirê destwerdaneke navneteweyî ya 'azadkirina Sûriyê' yan jî 'têkbirina dîktator' im, lê di wê baweriyê de me ku divê li dijî vê rejîma ku li hemberî civaka xwe gunehên giran dike, êrîşeke dijber were kirin."
Li gorî Hollande, eger Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) tevgereke di vî warî de asteng bike, wê koalîsyonek derkeve holê. Hollande got, "Çiqasî gengaz be, wê ewçend berfireh be. Wê xwe bispêre Yekitiya Ereban a sûc şermezar kiriye û civaka navneteweyî hişyar kiriye. Wê piştgiriya Ewropiyan bistîne. Lê belê kêm welat li holê hene ku bi rêbazên guncaw, ceza bidin. Fransa yek ji van e û ji vê re amade ye. Di nava tifaq û têkiliyeke berfireh de, wê biryarê li ser helwesta xwe, bide."