FKÊ: Komkujiya Şengalê nayê jibîrkirin

FKÊ: Komkujiya Şengalê nayê jibîrkirin

Federasyona Komelên Êzîdiya (FKÊ) bi daxuyaniyekê komkujiya Şengalê ya beriya 5 salan pêk hat şermezar kir.

Di ser komkujiya Şengalê re 5 sal derbas bûn. Di 14'ê Tebaxa 2007’an li herêma Şengalê, li bajarokê Gir Hizêr û komelgeha Sîba Şêx Xidir hêzên tarî ferman li ser serê Kurdên Êzîdî rakirin. Di êrîşa hovane ya bi tankêrên bombebarkirî de tevî jin û zarokan bi sedan mirovên bêguneh jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 300 kesî giran birîndar bûn.

Federasyona Komelên Êzîdiya (FKÊ) bibîr xist ku beri her tişti ev 5 salen li ser bûyerê re derbas bûye lê, birînên Şengaliyan nekewiyane û perîşaniya wan dewam dike. Jiber ku pergala Şengalê û herêmê din yê civaka Êzîdiya lê dijin ne zelal e, lewra ji mafê jiyana Êzîdiya li Îraq ê û li Başûrê Kurdistanê ne di bin ewlekariyê de ye. FKÊ qurbanên komkujiyê bi bîr anîn û ev peyam da: "Di serî de em bi navê Federasyona Komelên Êzîdiya, komkujiya Şengalê bi tundî şermezar dikin û Cangoriyê Şengalê bi bîr tînin.Her weha em hemû derdorê ku tiliya wan di vê komkujiyê de heyî bi tundî şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku nasnameya Êzîdiyatiyê û mafên civaka Êzîdî wekî kêmnetew û baweriyê din, di makezagona Îraqê de û ya başûrê Kurdistanê de misoger ne bûye û wiha hate gotin: "Ji bo civaka Êzîdiya mafên xwe bi dest bixe û nasnama baweriya Êzîdiyatiyê were naskirin, beri her tişti pêwiste yekiti û tifaqa civaka Êzîdiya pêk were. Di vê pêvajoya dîrokî de, ev erk dikeve ser milê rêxistin û saziyê civaka Êzîdiya û bi taybetî yê Êzîdyê Başûrê Kurdistanê. Em wekî Federasyona Komelên Êzîdiya ji bo yekitî û tifaqa Êzîdiya pêk bê, tişta ji me were xwestin em amade ne."

JI BO KURDÊN ÊZÎDÎ BANG

Federasyona Komelên Êzîdiya (FKÊ) di peyama xwe de ji bo Kurdên Êzîdî ev bang kir: " Banga me ji bo gelê Kurd û bi taybeti ji civaka Kurdên Êzîdî re, di vê pêvajoya giring de li erk ê xwe yên bingehin xwedî derkevin, li dor rêxistin û saziyê xwe kom bibin û ji bo demokrasî û azadiya gelên Rojhilata Navîn, gelê Kurd, kêm ol û kêm netewa tevî hemû hêza xwe piştgirtinê bidin tekoşina demokrasî û azadiyê."

FKÊ ragihand ku ji bo bîranîna şehîda û bi taybetî cangoriyê Şengalê li hemû mal û komelên Êzîdiyan civinên gel û panel têne li dar dixin. Hat diyarkirin ku armanca van çalakiyan jî ew e ku cangoriyê Şengalê neyên jibir kirin û piştgiriyê bidin Êzîdyên Şengalê.

FKÊ bang bang li tevahiya civaka Êzîdî, gelê Kurd û dostên wan kir ku tevli civin û panelê û çalakiyên din ên bîranîna şengalê bibin. Di çerçovya bîranîna qurabên tevkujiya Şengalê de li Celle, Wesel, Sullingen û Emmerichê bîranîn tên organîzekirin.