Financial Times, Rojava weke 'Kabusê Tirkiyeyê' bi nav kir

Financial Times, Rojava weke 'Kabusê Tirkiyeyê' bi nav kir

Yek ji sernivîskarên rojnameya Înglîz Financial Times rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê weke “kabûsê Tirkiyeyê” bi nav kir û diyar kir ku parçebûna li Sûriyeyê rê li ber xeta fay a di nava civaka Tirkan de vedike. Bi gotina rojnameyê, yek ji tirsên herî mezin ên Tirkiyeyê, li ber çavên wê bi xwe bide rastî.

Rojnameya Financial Times bal kişand ku Kurdan li “bakûrê Sûriyeyê” ango Rojavayê Kurdistanê rêveberiya gelek bajar û navçeyan bi dest xistiye û têkiliyek baş a van Kurdan bi Başûrê Kurdistanê re heye. Rojnameyê bi bîr xist ku Tirkiye vê yekê ji bo xwe weke gefek mezin dibîne.

Rojnam nivîsand ku ev yek bi kêrî PKK’ê jî tê û bal kişand ku PKK êdî li şûna çalakiyên li cihên cûda û belave, bi komên qelebalix bi ser yekîneyên artêşa Tirk de digirin.

Financial Times ragihand ku ji bo astengkirina kûrbûna krîza li Sûriyeyê, tiştên pir kêm ji destê Tirkiyeyê tên û bal kişand ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan peyama mudaxelekirina Rojavayê Kurdistanê daye, lê tu kesek bi dilgermî li operasyoneke wiha demdirêj nameyzîne.

Rojnameyê nivîsand ku Tirkiye di polîtîkaya xwe ya dostaniyê ya ji bo Başûrê Kurdistanê jî zêde encam negirt û bi bîr xist ku ji bo pêkhatina koalsîyona di navbera Kurdên Sûriyeyê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi xwe navbeykarî kiriye.

Rojnameyê bal kişand ser Kurdên Bakûrê Kurdistan jî û diyar kir ku ji bo Tirkiye bikare bersivê bide giliyên Kurdan dive hewldanên xwe bike du qat û destnîşan kir ku divê Erdogan di makeqanûna nû ya Tirkiyeyê de cih bide parastina hemû mafên çandî yên hemû welatiyên Tirkiyeyê û got; “Erdogan ji bo vê yekê xwedî rolek girîng e, dive bersivê bidin daxwaza xweseriya Kurdan.”

Rojnameyê bal kişand ser krîzên meshebî yên li Rojhilata Navîn jî û diyar kir ku divê Tirkiye dest ji hewldanên xwe yên pê xwe weke nunerê Suniyan nîşan dide berde û îşaret bi xirabûna têkiliyên Tirkiye û Îranê kir.