Fete de l’Humanite dewam dike
Fete de l’Humanite dewam dike
Fete de l’Humanite dewam dike
Yek ji hevditinên herî giring ên Fransayê Fete de l’Humanite dewan dike. Şahiya ku roja Înê destpê kir, dê îro danê êvarê bi dawî bibe.
Di şahiyê de Kurdan dezgeh vekirin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî îmzeyan kom dikin.
Li Parîsê li Parka La Courneuveyê, Fete de l’Humanite dewam e. Di şahiyê de Kurdan dezgeh vekirine û ji seatên destpêka sibehê ve ji bo kampanyaya “Azadî ji bo Ocalan” îmzeyan kom dikin.
LI SER KRÎZA ABORÎ, CIVAKÎ Û MAFÊ SENDÎKAYAN PANÊLAN LI DAR DIXIN
40. salvegera derbeya leşkerî ya ku di sala 1973’an de li Şiliyê çê bû, mora xwe li çalakiyên ku ev 3 roj in dewam dikin, xist. Şahiya ku tê de berhemên Victor Jara tên pêşkêşkirin, dê êvarê bi dawî bibe.
Fete de l’Humaniteyê ji danê sibê ve tê lidarxistin. Li ser krîza aborî, civakî û mafê sendîkayan panel hatin li darxistin. Wê piştî nîvro ji nûnerê PYD’ê li ser mijara Rojava panelekê li dar bixe. Di panela ku wê li dezgeha Enformasyona Kurdistanê bê li darxistin de nûnerê PYD’ê Îsa Xalid wek axiftvan beşdar bibe.
Kurdistaniyan jî bi tîşortên li ser wêneyê 3’ê Şoreşgerên Kurd ku di 9’ê Çileyê de li Parîsê hatin qetilkirin û bi devgirtî belavok belav kirin.
Di qada şahiyê de zendikên li ser em bitere ne Rojbin, Sakîne, Leyla hatîn nivîsandin hatin belav kirin.
Şahiyê bi panel û konseran berdewam bike. Dê di seat 16:00’an de Sekreterê Partiya Kumûnista Fransayê yê demkî Pierre Louront nirxandinekê bike.