Fermandarê lîwaya 20’an a Artêşa Iraqê Etîr Hemza, tevî beşek ji berpirsên ewlehiyê yên li Şengalê, serdana Sûka Kevin a Şengalê kir. Şandeya ewlehiyê ji aliyê nûnerên Meclisa Gel ve hate pêşwazîkirin û li bin konê ku hatiye vedan rûniştin. Welatiyên li bin kon amade bûn, ji ber nêzîkatiyên hikûmeta Iraqê ku heta niha mafên civaka Êzidî nedane, gazinên xwe gihandin berpirsên ewlehiyê.
Di vê derbarê de welatiyê bi navê Dawid Berkat nerazîbûna xwe wiha anî ziman: ‘‘Em di nav vê rewşê de ne. Rewşa me gelekî nexweş e. Hestiyên malbatên me piştî 12 salan hê nehatine rakirin. Ger em hatibin vir û bi hezaran hestiyên şehîdên me di goran de bin, çi sedem e? Sedema vê çi ye? Yanî Iraq weke Iraqî xwedî li me derneket? Yan em ne gelê Iraqê ne? Çima bi hezaran hestiyên me di bin van qad û avahiyan de mane? Ev hemû ji ber ku Iraqê di derheqê me de kêmanî kiriye.”
Fermandeyê lîwaya 20’an ê artêşa Iraqê Etîr Hemza jî di axaftina xwe de bal kişand ser berdêlên hatine dayîn û got, “Ev pirsgirêk ne tenê ji bo xwişk-birayên me yên Êzidî ye, ev pirsgirêk ji bo xwişk-birayên me yên Şîe jî heye ku di goristanên wan de heta niha jî gor hene ku nizanin cenazeyên kêne. Ev heman tişte ji bo rufatên ku em dibînin li Beac, Qeyara, Remadî, Mûsil, Şergat yan jî li Tikrîtê. Em rastî êrişeke gelekî tund hatin û tevlîheviyeke mezin çêbû. Qurbanî hatin dayîn û xwîn rijiya. Îro spas ji Xwedê re, di sala 2026’an de em li ku derê ne û em li ku bûn? Kê dikaribû heta sala 2017’an bikeve Şengalê? Heta ku operasyonên rizgarkirinê qediyan.’’
Etîr Hemza got, ‘‘Operasyonên rizgarkirinê li ber kesekî veşartî nînin. Hemû aliyan tê de beşdarî kir; Pêşmerge, xelkê Êzidxan, PKK’ê, hemû saziyên me yên Heşda Şeebî, artêşa we û sivîlan. Hemû rabûn ser piyan ji bo ku em Iraqê bikin yek. Wek lîstika topê, dema ku tîma neteweyî ya Iraqê dilîze, ji hemû aliyan mirov tê de hene. Ji ber vê yekê em Iraqeke yekin û çarenûsa me yeke. Em ji Xwedayê mezin dixwazin ku em dîsa bibin yek ji bo xizmeta vê axê, ne ji bo parçebûnê.”
Hemza destnîşan kir dibe ku serokwezîr û Fermandarê Giştî piştî ku serdanên xwe yên welatên cîran qedandin, serdaneke taybet bo Şengalê bike û li gel van rûyên baş û ciwanên delal bicive.
Piştî van axaftinan, şandeya ewlehiyê serdana xwe ya li navenda Şengalê berdewam kir.