FEDA ji bo Newrozê bang kir
FEDA, bang li tevayî can û rêhevalên Elewiyan kir ku tevlî Newroza li Bonnê bibin.
FEDA, bang li tevayî can û rêhevalên Elewiyan kir ku tevlî Newroza li Bonnê bibin.
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), bang li tevayî Elewiyan kir ku tevlî Newroza li bajarê Elmanya Bonnê bibin.
Di daxuyaniya FEDA de wiha hat gotin:
"Meha Newrozê ya em têde, rojên ku em çiraya jinûve vejînê û jiyaneke bi rûmet pêdixin. Cejna Newrozê ya di nav herikîna heqîqeta Elewîtiyê ya dîrokê de xwedî cihekî bingehîn e, baweriya me ya wê cenja me ya Newrozê ji me re, ji dilên ji bo azadiyê lê dide, tevayî gelên mazlûm re aştî, xwişk û biratî û azadiyê bîne tam e. Bi vê wesîleyê em tevayî canên me yên Elewî û rêhevalên wan ji bo gurkirina agirê Newroza li Bonnê ya 21’ê Adara 2015’an dikin!”