FBI: Em li gel Gulen dixebitin

FBI: Em li gel Gulen dixebitin

Rêxistina navxweyî ya Amerîkayê FBI di agahdariyekî ku di malpera xwe ya fermî weşandî de navê saziyên di bin ‘programa alîkariya civakî ya Houston’ de hevkar kar dikin rêz kir. Di nava van de Înstîtuya Gulen jî heye.

Fethullah Gulenê ku li Tirkiyeyê dibêjî qey hevparê hikumeta AKP’ê ye û li gel Erdogan weke “hev-serokwezîr” tevger dike, girêdana wî ya bi FBI’yê derket holê. Beriya niha hatibû îdîakirin ku, dibistanên cemaeta Gulen weke baxçeyê pişt yê CIA’yê têne bikaranîn.

Di malpera înternetê ya FBI’yê de cih da faliyetên di çarçoveya “Programa Alîkariya Civakî ya Houston”ê (http://www.fbi.gov/houston/news-and-outreach/in-your-community/outreach).

Buroya Houston’ê lingên herêmî yên FBI’yê pêktîne. Houston ku lingê wê yê netewî û navnetewiye, dibêje bi çavkaniyên wê yên taybet, îstîxbarat û bipisporiya wê re rûdidin ser maseyê.

Houston li gel armancên civatan bi taybet “ li ser terorîzm, sîber-krîmînalîte û çeteyan lêkolînan dike” û li gel hevkariyên çêbûyîn re jî “di asta herêmî de li dijî çalakiyên sîxurtiya ekonomîk û terorîzmê diparêze”.

FBI destnîşan dike ku, bihevkariya li gel komên çandî û nijadî pir şanazin. Her wiha FBI’yê rêxistinên hevkarî li gel pêkanî wiha rêz kirin:

Anti-Defamation League

NAACP;

Hemwelatiyên Latîn Amerîkaya Yekbûyî (LULAC)

Înstîtuya Gulen;

Mala Tirkan Raindrop;

Odeya Bazirganiyê ya Başûrê Asya û

Komeleya Îslamî ya Greater Houston