Pevçûnê ev 20 roj in li Şemzînên diqewimin di çapemeniya Tirk de pirsa; “Li Şemzînanê çi dibe?” anî rojevê. Ligel vê rojnameya Zamanê jî sosretiyên xwe didomîne û wiha got: “Navçeyeke bê deng e. Tenê pirsgirêkek heye ew jî çend alîgirên rêxistinê bêaramiyê çêdikin. Lê ligel vê jî şêniyên taxê dixwazin hikûmeta AKP hêza xwe nîşan bide.
Pevçûnên bi rojane li Şemzînanê diqewimin, rastiya wê ji civaka Tirkiyeyê tê veşartin. Serokwezîrê Tirk Erdogan her tim eyarê dide çapemeniyê û dibêje: “Li nûçeyên xwe baldar bin. Ji hemû weşanên ku propagandaya PKK’ê dikin dûr bikevin.” Piştî van gotinên Erdogan jî rojnameya Zemanê heman fêkiyên xwe belav kir.
Rojnameya Zamanê bi nûçeya xwe ya ser navê ‘Esnafên Şemzînanê: Em li Çanakaleyê bi hev re şehîd ketin, em ne terorîst in’ weşand û ev jî êdî ev nûçe bi çi mantiqê tê çêkirin dizanin û rastiyan berovajî nîşan didin. Yanî nîşaneya binketinê ye. Li gorî nûçeyê esnafên Şemzînanê dibêjin ku ; Ev der ne wekê ku çapemenî wisa nîşan dide ye. Li Şemzînanê tu pirsgirêk tune. Bi salane ji ber rêxistinê pirsgirêk jiyane. Lê cesareta kesî tune ku vê bîne ziman.”
DIVÊ DEWLET HEBÛNA XWE NÎŞAN BIDE!
Di berdewamiya nûçeya navborî de ev îdia tê kirin: “Ji ber mekanîzmayeke tirsê ya rêxistinê heye. Zehmet e mirov vê li pişt xwe bihêlin. Divê dewlet hebûna xwe li vir bide hîskirin.” Di nûçeyên de AKP hatiye mezin kirin û wekî ku her tiştî dikare ew çareser bike hatiye nîşandan.
Dîsa di nûçeyê de qaşo gotinên esnafan cih girtine, wiha tê gotin: “Heta niha kêm kes ji Şemzînê çûne çiyê. Ji ber gelê navçeyê ji rêxistinê nerehet e. Rêxistin bi sempatîzanên xwe li navçeyê derewan belav dike. kesek dibêje sibe kepenk tê girtin, roja din hemû kes kepenkan digirin. kes nizane çima hatiye girtin. Tenê tirs li me wisa dike.”
Ev gotinên nûçeyê ku konsepta bernameya TRT ya sala 1990’î ya ji ‘Anatolyayê Dîmen’ tîne hişê mirovan, hewl tê dayîn ku bê çaretiya dewlet-leşkeran a Şemzînanê bê veşartin. Ev gotinên nûçeyê, gotinên Erdogan yê ku her tim tîne ziman ‘PKK, ne nûnerên kurdane’ tîne hişê mirovan
Di demên dawî de rojnamegerên tirk di kunciknûsê xwe de pirsa ‘Li Şemzînanê çi diqewime’ dipirsin û Rojnameya Zamanê jî bersiva : “Li Şemzînanê tu tişt tune. Her tişt baş e. Sê çar alîgirên rêxistinê derketine û aramiya gel xera dikin.”