Esad: Sûriye wê xwe biparêze
Esad: Sûriye wê xwe biparêze
Esad: Sûriye wê xwe biparêze
Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad, ku li gefên destwerdanê yên dewletên Rojavayî rast tê got, Sûriye wê xwe li hemberî hemû êrîşan biparêze.
Beşar Esad di dema pêşwazîkirina heyetek ji Yemenê de ku di televîzyona fermî de dîmenên wî hat weşandin got, "Sûriye wê xwe li hemberî hemû êrîşan bi parêze.”
Esad da xuyakirin ku gefên li wan tê xwarin, hîn bêtir wan bi pîvanên Sûriyê û serxwebûna xwe ve girê didin.
Esad got, “Sûriyeya ku bi gel û artêşa xwe li ber xwe dide, bi biryare ku terorîzma Îsraîl û welatên rojavayî ji bo parçekirina herêmê û serîtewandina gelan bikar tîne, tine bike.
Serokê Dewleta Sûriyê diyar kir ku gel garantiya serketinê ye û ya vê gavê li Sûriyê diqewime jî ev rastî ye.
Pênc endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, roja Çarşemê li ser pêşnûmebiryara destwerdana Sûriyê ya Îngilîstanê li hev kom bûbûn, lê li hev nekiribûn. Serokê DYE Barack Obama da xuyakirin ku wan hînê der heqê destwerdanê de biryar nedane. Îngilîstanê jî bi armanca "tedbîr"ê 6 balafirên şer şand Qibrisê. Rûsyaya piştgiriyê dide Esad jî du balafirên şer şand Derya Spî.