Ermeniyên li Awûstûryayê biryar dan destekê bidin HDP'ê

Ermeniyên li Awûstûryayê dijîn dan xuyakirin, ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ew ê destekê bidin HDP'ê.

Ermeniyên li Awûstûryayê dijîn dan xuyakirin, ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ew ê destekê bidin HDP'ê.

Civata Ermeniyan a ji bo Edalet û Demokrasiyê ya Awûstûryayê, der barê hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku AKP'ê di qada azadî û demokrasiyê de ti pêşketineke erênî nîşan nedaye û hat destnîşankirin, ku HDP ji bo mafên hindikahiyan, edalet û civakeke azad têdikoşe û yekane partiya dixwaze Qirkirina Ermeniyan bê naskirin e.

Civata Ermeniyan a ji bo Edalet û Demokrasiyê ya Awûstûryayê di daxuyaniya xwe de got, "Eger partiyek, ji civaka mûxalîf jî nêrîna her mirovî diparêze, ji bo aştiyê dikeve nava hewldanan û bi paşerojê re rû bi rû dibe, hingî mafê wê ye ku destekeke xurt jê re bê dayîn" û ev peyam da: "Em gelekî kêfxweş in ku bi baskê HDP'ê yê Awûstûryayê re di nava têkiliyeke gelekî baş de ne û hêvîdarin ku ev partî wê li Tirkiyeyê encameke erênî ji hilbijartinan werbigire."