Ermenîstanê qirkirina Suryanî-Rûm nas kir

Parlamenta Ermenîstanê mora xwe avêt binê biryareke dîrokî û qebûl kir ku Suryanî-Asûrî û Rûm di sala 1915'an de hatine qirkirin.

Parlamenta Ermenîstanê mora xwe avêt binê biryareke dîrokî û qebûl kir ku Suryanî-Asûrî û Rûm di sala 1915'an de hatine qirkirin. Bi vî rengî Ermenîstan piştî Swêdê bû welatê duyemîn, ku qirkirina Asûrî-Suryanî û Rûmên Pontûsê nas dike.

Di dengdana îro ya li Parlamenta Ermenîstanê de, temamiya 117 parlamenteran pêşniyarname qebûl kirin.

Ev biryara Ermenîstanê di nava zêdeyî 3,5 mîlyon Asûrî-Suryaniyên li welatên cuda yên cîhanê dijîn, bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

'WÊ BIBE WESÎLEYA PIŞTEVANIYÊ'

Serokê Navenda Lêkolînên Qirkirina Suryaniyan (Seyfo Center) Sabrî Atman da xuyakirin ku biryara Ermenîstanê ya naskirina Qirkirina Seyfo rast e û di cih de ye û silav kir.

Atman diyar kir ku biryar ji bo gelê Suryanî gelekî girîng e û destnîşan kir ku ev biryar wê piştevaniya gelên rastî qirkirinê hatine, xurtir bike.

'LI QADA NAVNETEWEYÎ WÊ BIBE XWEDÎ BANDOR'

Atman ragihand ku bi vê biryarê re Ermeniyan qebûl kirine ku di sala 1915'an de ne tenê ew, bi wan re gelên Suryanî û Rûm jî hatine qirkirin û destnîşan kir, ku ev biryar wê li qada navneteweyî xwedî bandor be.

Atman di dewama axaftina xwe de bibîr xist ku di ser qirkirinê re 100 sal derbas bûne lê belê tevî vê yekê jî Tirkiye qirkirinê înkar dike û çanda lînçkirina mirovan jî hînê dewam dike. Atman da xuyakirin ku rêya avakirina Tirkiyeyeke hemdem û demokratîk, qebûlkirina qirkirina Ermenî, Asûrî-Suryanî, Rûm û Êzidiyan e, kud i destpêka sedsala 20'an de pêk hat û bicihanîna berpirsyariyên vê yekê ye.

'JI BO TIRKIYE JÎ NAS BIKE DIVÊ GAVÊN PRATÎKÎ WERIN AVÊTIN'

Serokê Komeleya Asûrî-Suryanî-Keldanî ya li Swêdê dixebite Ozcan Kaldoyo jî ragihand ku biryar biryareke dereng maye, lê belê gelekî girîng e.

Kaldoyo got, "Em bi Ermeniyan re li qirkirinê rast hatin. Watedar e gelên bi hev re hatine qetilkirin, tişta bi serê wan de hatiye qebûl bike." Kaldoyo destnîşan kir ku divê welatên din jî vê biryara Ermenîstanê wergirtiye bişopînin.

Berpirsyarê Weşana Giştî ya Suroyo TV Jakop Mîrza jî biryara Ermenîstanê bi van gotinan nirxand; "Biryareke dihat payîn bû. Gelê me, ji ber ku Seyfo qebûl nedikir Ermenîstan rexne dikir. Bi wergirtina vê biryarê re berhemên hewldanên gelê me xwe dan der. Lewma girîng e."

Mîrza anî ziman ku di demeke li Til Temir, Hesekê û Nînovayeê Asûrî-Suryanî bi Seyfoyeke nû re rû bi rû ne de, wergirtina vê biryarê ji aliyê Ermenîstanê ve girîng e û wê bandorê li Tirkiyeyê jî bike. Mîrza got, "Divê êdî Tirkiye jî ji bo naskirina Seyfo gavên pratîkî biavêje."

'PÊWÎSTE CÎHANA ROJAVA DAWÎ LI DURÛTIYA XWE BÎNE'

Li bajarê Sodertelje ye Swêdê ku zêdeyî 25 hezar Asûrî-Suryanî lê dijîn endamê Meclîsa Şaredariyê Metîn Rhawî got, "Me texmîn dikir ku welatê destpêkê yê Seyfo nas bike wê Ermenîstan be. Her çend ev biryar bi derengî hatiye stendin jî ji bo me gelekî girîng e. Ev yek wê bandorê bike ku welatên din jî Seyfo nas bikin."

Rhawî diyar kir ku wan hemû agahî û belgeyên der heqê Seyfo de ji DYA û welatên Ewropayê re ragihandine û got, "Qebûlkirina qirkirinê ji aliyê Ermenîstanê ve, nîşaneya pêşeroja hevpar û jiyana biratiyê ye. Pêwîste cîhana Rojava jî durûtiya xwe biterikîne û Seyfo qebûl bike."

Hêjayî gotinê ye, di sala 2012'an de tevî Seyfo Center bi qasî 60 rêxistinî ji parlamenterên li Parlamenta Ermenîstanê re name şandibûn û xwestibûn ji bo qebûlkirina Qirkirina Asûrî-Suryaniyan bikevin nava tevgerê.