Êrîşên sîber ên li ser ANF'ê didomin

Êrîşên sîber ên li ser ANF'ê didomin

Êrîşên sîber ku navenda wê li Tirkiyeyê ne li dijî malpera înternetê ya Ajansa Nûçeyan a Firat (ANF), berdewam dikin. Ji ber wê jî ev 3 roj in weşana xwe ya normal nekiriye.

Ji bo pûçkirina êrîşan xebatên me berdewam dikin. Hûn dikarin nûçeyên ANF Kurdî û Tirkî li ser malpera http://firat-news-agency.blogspot.nl û hesabê fermî yê twitterê (@ANFKURDI) bişopînin. Her wiha hûn dikarin li ser navnîşana https://anfenglish.wordpress.com xwe bigihînin servîsa ANF’ê ya Înglîzî jî.

Em van êrîşên sîber ên li ser ajansa me bi tundî şermezar dikin û hêvîdar in ku di demek zû de bigihin weşana xwe ya asayî.