Êrîşa li dijî Elewiyan li Stenbolê hate şermezarkirin

Êrîşa li dijî Elewiyan li Stenbolê hate şermezarkirin

Êrîşa li hemberî welatiyên Elewî yên li Bajaroka Surguya Meletiyê li Taksîm, Umraniye û Gulsûyû ya Stenbolê hatin şermezarkirin.

Êrîşa li hemberî welatiyên Elewî yên li Bajaroka Surgu ya girêdayî Navçeya Wêranşar ya Meletiyê li navçeyên Stenbolê hate şermezarkirin. Welatiyên Elewî şeva din li Qada Taksîmê li hev civiyan û dirûşmeya "Dê Meletî nebe Sêwas", "Dê Surgu nebe cihê surgunê" û "Dewleta kujer dê hesap bide" berz kirin. Li ser navê komê Rêvebirê Weqfa Çanda Anatolî ya Haci Bektaş Velî Vedat Kara axivî û diyar kir ku, li Surguyê di demên borî de jî di mehên Remezanê de pirsgirêk hatibû jiyandin û malbatê elewî hatibûn tacîz kirin. Kara wiha got:

‘EV ÊRÎŞ TÊKILDARÎ PÊKANÎNÊN LI WELAT TÊ MEŞANDINE’

"Lê niha tacîz hîn pêş de çûne, gihaye êrîşa li hemberî welatiyên elewî. Ev êrîş ne êrîşeke komek bi tena serê xwe ye. Ev yek têkildarî pêkanînên li welat tê meşandine. Niha li wir ewlehiya canê malbata elewî nemaye. Li hemberî vê yekê dixwazin ku elewî hinek bi baldarî tev bigerin. Bila hinekî jî sunî bi baldarî tevbigerin. Walitî, cendirme, polîs ewlehiya canê malbatê negirtine. Şaredar û fermandarê wir, soz dide êrîşkaran û dibêje 'dê malbat ji vir biçe.' Elewî dê neçin cihekî. Elewî dê tu carî ji ber tirsê bajarên xwe neterikîne." Komê piştî axaftinê çalakiya rûniştinê pêk anîn û 'deyîş' gotin.

LI UMRANIYEYÊ MEŞ

Girseyek jî li Taxa 1 Mayis a Navçeya Umraniyê bi heman armancê derketin kolanan û meşa şermezarkirinê li dar xistin. Girseya ku şeva din derket kolanê li ber TEKEL'ê hatin cem hev û li nava taxê meşiyan. Di axaftina ku di meşê de hate kirin de êrîş hate şermezarkirin. Hate diyarkirin ku, li Meletiyê provaya Sêwasê tê kirin û hate destnîşankirin ku polîtîkayên hukumetê ji bo êrîşên li hemberî elewiyan zemîn diafirîne.

WESAYÎTA POLÎSAN JI TAXÊ DERXISTIN

Li semta Gulsûyû ya Navçeya Maltepeyê welatiyên elewî û nûnerên saziyên civakî yên sivîl li hev kom bûn û meş li dar xistin. Bi sedan kes bi hev re dirûşmeya "Gulsûyû raneze, li Meletiyê xwedî derkeve" berz kirin. Girse li Qada Heykelê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Girse li hemberî wesayîta polîsan ya wekî 'akrep' tê nasîn, bertek nîşan da û wesayît da ber keviran. Li ser vê yekê wesayît ji taxê derket. Girse heta demjimêr 02.30'an çalakiya xwe bi sirûd û dirûşmeyan domand.