Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan şevê din beşdarî bernameyek a televîyonekê bû û gef li Kurdên Rojavayê Kurdistanê xwar, û îro jî li hemberî yekitiya Kurdan keret û got; “Avakirina Konseya Neteweyî ya Kurdan li Sûriyeyê tiştek xelet e!”
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji bo beşdarî lîstokên Olîmpiyatê yên ku dê sibê li Londonê dest pê bikin, bibe çû Îngilîstanê. Erdogan li Balefirgeha Esenbogayê civînek çapemeniyê li dar xist û destkeftiyên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê nirxand. Erodgan careke din gef li Kurdan xwar û got; “Tedbîrên pêwîst tên girtin. Artêşa Tirk jî û yekîneyên me yên din ji li ser vê meseleyê dixebitin.
YEKITIYA KURDAN ŞAŞ E!
“Em diplomasiyek zêde dimeşînin. Li herêma sînor em difikirin ku herêma tampon ava bikin. Li gorî pêvajoyê nirxandin tên kirin. Em qet destûr nadin ku PKK kampan ava bike. Em destûr nadin ku ji bo Tirkiye bibe mijara gefan. Em der barê mijarê de hemû tedbîrên xwe digirin. Avakirina Konseya Neteweyî ya Kurd a Sûriye şaş e. Em dê di vê mijarê de bi Herêma Federal a Kurdistanê re hevdîtin pêk bînin. Welatê 900 kîlometre sînorê wan heye bêdeng dimîne? "
Erdogan, ragihand ku ew ê herî dereng Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû bişîne Herêma Kurdistana Federal û dê bi rayedarên wir re hevdîtin pêk bîne. Erdogan bê ku nav aşkere bike, Serokê Herêma Kurditanê Mesûd Barzanî destnîşan kir û diyar kir ku ew ê nerehetiya xwe ya li hemberî piştgiriya wî ya ji bo yekitiyê bînin ziman.