Erdogan û Kiliçdaroglû diçin Dîlokê

Erdogan û Kiliçdaroglû diçin Dîlokê

Piştî teqîna li Dîlokê Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû û Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek dê sibe biçin Dîlokê.

Piştî teqîna li Dîlokê û 9 kesan jiyana xwe ji dest da hate ragihandin ku, dê sibe Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû û Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek biçin Dîlokê. Hate hînbûn ku, Erdogan û Kiliçdaroglû destpêkê dê biçin herêma teqînê û piştre tevlî merasima cenaze bibim. Li aliyê din çav li rê ye ku, Erdogan, Kiliçdaroglû û Çîçek dê biçin nexweşxaneyan serdana birîndaran bikin.