Erdogan piştî TOKÎ fihêl kir got 'lêpirsîn didome'

Erdogan piştî TOKÎ fihêl kir got 'lêpirsîn didome'

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, der barê karesata lehiyê ya li Samsunê de daxuyanî da û di daxuyaniyê de li aliyekê got “lêpirsîn didome” û li aliyê din jî li benda lêpirsînê nema û TOKÎ fihêl kir.

Erdogan di civîna serokên giştî yên partiya xwe de axivî û der barê felaketa Samsunê de nêrînên xwe vegot.

HEWLDANA BI PEREYAN BERTEKAN BÊ DENG BIKE

Erdogan got; ‘Di serî de li Samsunê û Deryareş em bûn şahidê lehiyê. Ji bo malbatên xaniyên wan nayên bikarnîn 130 konut amade ne. Em dê ji bo salekî wan li wir bi cih kin.’ Erdogan van gotina dixwaze bertekan bi ‘pereyan’ bê deng bike û wiha got: “Li hemû Cîhanê afet çêdibin. Li Amerîkayê, li Japonyayê jî çêbû. Li welatê me jî diqewime.

Erdogan got ku welatiyên di afetê de xesar dîtin dê 3 mehan fatureyên wan nayê girtin . Erdogan der barê tedbîrgirtina afetande jî tu tiştek ne got û wiha axivî: “Em karesatên wisa dijîn, hemû tedbîrên me têk diçin. Piştgiriya 2.5 mîlyon TL çû herêmê. Der barê karesatê de raporek hate amadekirin.”

TOKÎ FIHÊL KIR

Erdogan Tokiya ku ligel çem hatibû înşakirin jî fihêl kir û wiha pê de çû: “Der barê kesên jiyana xwe ji dest dane lêpirsîn têkirin. Çi hewce be dê bê kirin. Em dê firsetê nedin kesên ku vê rewşê biguherînin rantê. Tiştekî wisa ne mijara gotinê ye ku TOKÎ ligel çem hatiye avakirin. Karesat hemû welatiyên me mexdur dike. Ne ji TOKÎ’ yê ye. Bê guman serê buyerê nayê girtin. Dê lêpirsîn bidome.