Serokezîrê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan di civîna fireh ya Serokên AKP'ê yên Bajaran de axivî û vê carê ajansa DÎHA da ber rexneyan. Piştî ajansa DÎHAyê îhlala pirsên KPSS'ê aşkere kir, Erdogan rexne li DÎHAyê kir û wiha got: "Di malpereke nêzî rêxistinê de got pirsên sexte weşandin." Erdogan îdîa kir ku ezmûna KPSS'e pir baş û serkeftî derbas bûye. Erdogan derbarê lehiya li Samsunê rabû jî kuştina 12 welatiyên ku jiyana xwe ji dest dan nedît û parastina malên TOKÎ'yê kir.
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, di civîna fireh ya Serokên AKP'ê yên bajaran de dîsa pesnê xwe dan. Erdogan, dîsa wekî ku gelek gavên çareseriyê avêtibe pesnê xebat û xizmeta xwe da. Erdogan bêyî ku gorên komî yên li Tirkiyeyê û kuştinên kujer nediyar yên li Tirkiyeyê bibîne, bi şopa kuştinên nediyar yên li Bosna ket. Erdogan, bêyî ku kuştinên li operasyon û pevçûnan ên li Tirkiyeyê bibîne disa pirsa geşedanên li Misirê û Bosnayê kir.
ERDOGAN MIRNA 12 WELATIYÊN SAMSÛNÊ NEDÎT PESNÊ TOKÎ KIR
Erdogan, li şûna sedema mirina 12 welatiyên ku li Samsûnê di lehiyê de jiyana xwe ji dest dan bipirse, pesnê avahiyên TOKÎ ku her roj welatî ji ber bi gazincin da. Erdogan bûyerên afetê rewa û asayî dît û hikûmet û dewlet li hemberî kêmasî û şaşiyan parast.
LI GORÎ ERDOGAN EZMÛNA KPSS'Ê SERKEFTÎ YE
Erdogan pesnê ezmûna KPSS'ê da û anî ziman ku bê kêmasî û serkeftî derbaz bûye. Ji ber ku Ajansa Nûceyan ya Dîcleyê (DÎHA) lîstik û pirsên korsan aşkere kir jî Erdogan ajansa DÎHAyê bi zimanekî veşarî da ber rexneyan. Erdogan li şûna bi şopa pirsên sexte û korsan bikeve wiha got: "Di malpereke nêzî rêxistinê de got pirsên sexte weşandin." Ezmûna KPSS'e pir baş û serkeftî derbas bûye. Pir paqij derbas bû.
Erdogan BDP jî kir hedef û wiha got: "Karê wan tenê avêtina molotofane."