Erdogan înkariyê didomîne
Serokkomarê Tirk Erdogan di nezîkatiya xwe ya ku pisgirêka Kurd înkar dike de berdewam kir û HDP hedef nîşan da.
Serokkomarê Tirk Erdogan di nezîkatiya xwe ya ku pisgirêka Kurd înkar dike de berdewam kir û HDP hedef nîşan da.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Qesra Serokkomariyê bi keyayan re hate cem hev. Erdogan di axaftina xwe de careke din pirsgirêka Kurdan înkar kir.
‘PIRSGIRÊKA KURD’ NEWEKHEVIYE!
Erdogan di axaftina xwe de îfadeyên weke ‘Bikaranîna têgeha ‘pirsgirêka Kurd’ li dijî birayên me yê Kurd neheqî ye. Ev newekhevî ye. Li vî welatî tenê Kurd tinene, 36 etnîk hene.’ bikar anî.
LI GORÎ ERDOGAN BILA NEYÊ CAN BÊ MAL
Erdoganê ku lihevkirina sorkirina gel da berdewamkirin bal kişand ser çalakiyên 6-8’ê Cotmehê û çalakiyên Geziyê. Erdogan kesên di van çalakiyan de hatin qetilkirin piştguh kir û got: “Divê em ji bîr nekin ku dukan, mal û wesayîtên gelê me çawa hatin şewitandin û hilweşandin. Divê em şewitandina otobusên şaredariyan ji bîr nekin.”
Erdogan got ku heta çek neyê danîn wê gavê navêjin û HDP hedef nîşan da.