Erdogan dîsa gef li çapemeniyê xwar

Erdogan dîsa gef li çapemeniyê xwar

Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, di mijara pirsgirêka Kurd de careke din çapemenî hedef nîşan da û gef li çapemeniyê xwar. Erdogan ji saziyên çapemeniyê re got, "Helwesta min li hemberî saziyên çapemeniyê yên cih didin parêzerên rêxistinê heye."

Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan tevlî vekirina xeta metroyê ya di navbera Kadikoy û Kartalê bû. Erdogan li vir axivî û careke din gef li saziyên çapemeniyê xwar û wiha got: "Helwesta min li hemberî saziyên çapemeniyê yên parêzerên rêxistinê di vê meha Remezanê de xwînê dirêzin derdixin televîzyonê heye. Dê her tim jî hebe. Hun li cem kê ne dê bibêjin. Hun li cem PKK'ê ne an hun li cem gelin. Hunê zelal bin."