Dijminê azadiya çapemenî û ramanê Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan careke din rojnamevanan kir hedef û rojnamevanek din ji karê wî kir. Piştî gefên Erdogan, rojnameya Akşamê dawî li karê rojnamevan Serdar Akinan û 5 quncik nivîsên din jî anî.
Di demjimêrên sibehê de piştî ku Rojnameya Akşamê daxuyanî da û ragihand ku, dawî li karê rojnamevan Serdar Akinan anîne, piştî Akinan dawî li karê 5 nivîskarên din jî anî. Hate îdîakirin ku, ji ber “sedema tengaviyên aborî” dawî li karê wan anîne, lê belê bidawî kirina karê wan li navenda nûçeyan çênebû.
Hêjayê gotinê ye ku Akinan beriya niha çûye Qendîlê û Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan re hevpeyvîn kiriye.
Erdogan got “Em têbiniyên wan nivîsan digirin” û gef rojnamevanan xwar. Yek ji van rojnamevanên Erdogan qal dikir, Serdar Akinan bû.
Rojnamevan Akinan herî dawî çavdêriyên xwe yên ji Qendîl û Rojavayê Kurdistanê nivîsandibû. Akinan bi rêya Twitterê ragihand ku dawî li karê wî aniye.
Li gel Serdar Akinan Rojnameya Akşamê quncik nivîsên ku dawî li karê wan anîn evin: Nagehan Alçi, Burhan Ayerî, Alî Saydam, Cemalettîn Taşçioglû û Bariş Bardakçi.
Hêjayê gotinê ye ku beriya niha jî Erdogan gelek caran gef li rojnamevana xwar û gelek rojnamevanên navdar ên weke Nûray Mert, Mehmet Altan, Can Dundar, Banu Guven û weke din ji karên wan hatin dûrxistin.