Erdogan ANF’ê anî rojeva civîna partiya xwe

Erdogan ANF’ê anî rojeva civîna partiya xwe

Hat îdîakirin ku di civîna dawîya Lijneya Rêberiya Navendî (LRN) ya AKP’ê ji damezrênderên AKP’ê Ayşe Bohurler gumanên xwe yên ji bûyerên li Şemizînanê anî rojevê û Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan gotiye “Çavkaniya vê yekê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ye?”

Li gorî nûçeya rojnameya Tarafê, Ayşe Bohuler di civîna LRN de gotiye; “Tê îdîakirin ku li Şemizînanê gelek mirî hene.” Erdogan di civînê de bersiv da û got; “Tiştek wisa tune ye, çavkaniya van nûçeyan Ajansa Nûçeyan a Firatê ye?”

Hat ragihandin ku şefê polîsên Tirk ê îşkecekar û tecawizkar Sedat Selîm Ay jî hatiye rojevê. Erdogan û Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn ew parastin.