Endamê KNS: Êdî em ji Erdogan tiştekê hêvî nakin

Endamê KNS: Êdî em ji Erdogan tiştekê hêvî nakin

Endamê Konseya Netewî ya Sûriyeyê destnîşan kir ku, daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan ya ‘em li Sûriyeyê destûrê nadin komkujiyan’ tenê “gotinin”. Endamê KNS’ê got; “Gelek şkestin çêbûn, ez êdî ji wî tiştek mezin hêvî nakim.”

Di nûçeya bi sergotara “Krîza Sûriyeyê dîplomasiya Tirkiyeyê bê îstîqrar kir” ya bi îmzeya Guillaume Perrier ya di rojnameya Le Monde Fransa de derketî, cih da daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan yên vê dawiyê.

Erdogan daxuyaniya ku li Londonê dabû xwestibû çekên kîmyewî neyên bikaranîn û her wiha gotibû; “Niha li navend Helebê rejim bi tankan, helîkopteran xwe amade dike êrîş bike. Îro wê çi çêbe hêjan diyar nîne. Biberdewam di nava têkiliyê de ne. Ez mijarê li gel Wezîrê Derve muzakere dikim. Ez hêvî dikim ku, rejim dê li vê derê jî bersivê ji ewladên rast yên Sûriyeyê bigire.”

Di rojanemayê de endamek yê Konseya Netewî ya Sûriyeyê bersivek wiha dide van gotinên Erdogan: “Birêz Erdogan, dema ku êrîş li ser Himûsê pêkhat we daxuyaniyek bihêz da, we got me dê destûr nedin ku Esad komkujiyekî wekî vê dubare bike. Lê belê ev tenê digotinê de ma. Gelek şkestin çêbûn, ez êdî ji wî tiştek mezin hêvî nakim.”