Emîne Şenyaşar: Ez ji bo hemû kesan edaletê dixwazim

Emîne Şenyaşar a ku AKP’ê malbata wê qetil kiribû got “2 sal in em li ber edliyeyê ne. Ez ji bo hemû kesan edaletê dixwazim.”

Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 816’an de berdewam kir.

Emîne Şenyaşar, di danê sibehê de ji mala xwe ya li Pirsûsê hate ber deriyê Edliyeya Rihayê û li pêşiya derenceyan dest bi Nobeta Edaletê kir. Di çalakiyê de pankarta “Edalet” hate vekirin. Şenyaşar, di çalakiyê de wiha got: “Ev bû 2 sal em li pêşiya edliyeyê ne. Bi ser re demsal derbas bûn. Di hundirê nexweşxaneyê de mirov kuştin. Dibûya ku ez jî bihatima kuştin. Li pey wan gelek zarokên biçûk man. Tevî nexweşiyên xwe jî ez li vir rûdinim. Ez ji bo hemû kesan edaletê dixwazim.”