‘Em ê selteneta heramiyan hilweşînin!’
Li Kazanci Yokûşû ya Taksîmê 34 qurbaniyên di komkujiya 1’ê Gulana 1977’an de hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn.
Li Kazanci Yokûşû ya Taksîmê 34 qurbaniyên di komkujiya 1’ê Gulana 1977’an de hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn.
Komîyeta Amadekar a 1’ê Gulanê, li Kazanci Yokûşû ya li Qada Taksîmê qurbaniyên di pîrozbahiya 1’ê Gulana 1977’an de hatibûn qetilkirin, bi bîr anîn. Gelek parlamenter, siyasetmedar, nûnerên sazî û dezgehên civakî yên sivîl li ber Navenda Çanda Ataturk (AKM) li hev kom bûn û bi pankarta, ‘Bijî 1’ê Gulanê’ heta Kazanci Yokûşû meşiyan.
‘TI ZEXT NIKARIN VÊ DÎROKÊ PAQIJ BIKE’
Di bîranînê de pêşî Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû axivî û got: “Qada pîrozbahiya 1’ê Gulanê Taksîm e, lê îsal jî li karker û kedkaran hat qedexekirin. Ew kesên dixwazin bîra me jê bibin û bidin jibîrkirin bila baş dizanibin wê tu zext û qedexe nikaribû vê dîroka bi rûmet li be bidin jibîrkirin. Em ê serweriya heramiyan hilweşînin.”
BANGA GEŞKIRINA TÊKOŞÎNÊ
Hevseroka KESK’ê Aysun Gezen jî axivî û behsa têkoşîna pîrozbahiyên 1’ê Gulanê kir û bang li her kesî kir ku beşdarî pîrozbahiya 1’ê Gulanê bibin û têkoşîna xwe bilind bikin.
‘JI KUŞTINÊ TÊR NABIN’
Serokê Desteya Rêveber a TMMOB’ê Emîn Koramaz jî hemû komkujiyên piştî komkujiya 1977’an qewimîn bibîr xistin û got: “Me şahidiya gelek komkujiyan kir. Ji kuştinê têr nabin.”
‘EM Ê LI QADAN BIN’
Serokê Konseya Navenda Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Sînan Adiyaman jî diyar kir ku wê li dijî her neheqiyê têbikoşin û wê rêxistinên tenduristiyê û hekîm di 1’ê Gulanê de li qadan bin û daxwaz û gotinên xwe bînin ziman.
Piştî axaftinan, navê kesên hatibûn qetilkirin, yek bi yek hat xwendin û bi gotina “Dijîn” hatin bersivandin. Piştre şandeyê qurnefîl danîn şûna kesên lê hatine kuştin.
Komîteya Amadekar piştî bîranînê derbasî Kolana Îstîklalê bû û belavokên vexwendameya 1’ê Gulanê belav kirin. Heta Qada Şîşxaneyê belavok belav kirin û piştî li vir axaftin kirin dawî li çalakiya xwe anîn.