Piştî ku Dadgeha Bilind ya Tirk biryar da cemxane ne îbadetxane ne rêxistinên Elewiyan ketin tevgerê. Rêxistinên Elewî dê îro demjimêr di 16’an de li gelek navendan çalakiyan pêk bînin.
Endamên Weqfa Çanda Anadolû ya Hecî Bektaş Welî dê li ber Amadeyiya Galatasaray ya Stenbolê bên cem hev, dê semahê bizivirin û cemê bikin. Daxuyaniya ku dê li vê derê bê dayîn, dê bidin diyarkirin ku navenda baweriya Elewiyan cemxane ne.
Federasyona Elewî Bektaşî jî dê roja Yekşemê di demjimêr 13.00’an de li rawestgeha tramway ya Taksîmê xwepêşandanekê pêkbînin û hikumeta AKP’ê protesto bikin. Dê Komeleya Çanda Pîr Sûltan Abdal jî piştgiriyê bide vê çalakiyê.