Ekonomîst Shîller û Bofînger li dijî balonên aboriyê hişyarî dan

Xwediyên Xelata Aboriyê ya Nobelê ekonomîst Robert Shîller û ekonomîstê Elman Peter Bofînger dan xuyakirin, ku pêvajoya tirs û krîzê ya pêşeroja aboriya cîhanê wê bidom e û têkildarî 'bandora balon' a li bazarê hişyarî dan.

Xwediyên Xelata Aboriyê ya Nobelê ekonomîst Robert Shîller û ekonomîstê Elman Peter Bofînger dan xuyakirin, ku pêvajoya tirs û krîzê ya pêşeroja aboriya cîhanê wê bidom e û têkildarî 'bandora balon' a li bazarê hişyarî dan.

Xwediyê Xelata Aboriyê ya Nobedê ya 2013'an ekonomîst Robert Shîller ji kovara Focûs re axivî û diyar kir, rewşa pênebawer a aboriya cîhanê wê dewam bike. Shîller da xuyakirin, ku ev rewş demeke dirêj e dewam dike û destnîşan kir, bilindbûna li borsayê bi giranî ji ber tirsa li bazaran e.

Shîller da zanîn, dema li bazarê di asteke bilind de pere digere, hingî 'balon dinepixin' û bibîr xist, ku di vê rewşê de faîz jî zêde dibin. Shîller destnîşan kir, ku dema ew li rewşa giştî ya aboriyê dinêre, yekane gotina dikare bilêv bike 'ez bi fikar im' e.

BOFFÎNGER: 3 FAKTORÊN BINGEHÎN ÊN LI ÇÎNÊ DIKARIN RÊ LI BER KRÎZÊ VEKIN

Ji ekonomîstên Elman Pete Bofînger jî bi fikar nêzî rêveçûna aboriya cîhanê dibe.

Boffînger da zanîn, ku bi taybetî aboriya Çînê wî dixe nava fikaran û di wê baweriyê de ye, ku sê faktorên gengaz ên li Çînê dikare rê li ber krîzê veke. Li gorî Bofînger, deynên mezin ên li ser razemeniyên emlaqê hatine kirin, zor û zehmetiyên li pêşiya xwemalîkirina şîrketên dewletê û kêmbûna hêza kar a li pîşesaziya li Çînê, faktorên dikarin rê li ber krîzê vekin e.